”Dewletên dagîrkerên Kurdistanê çavkanîyên terorê ne”

”Dewletên dagîrkerên Kurdistanê çavkanîyên terorê ne”

PAK-Swêd mesaja Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ku êrîşa terorî ya Stockholmê rûreş kiribû, ji serokwêzîrtiya Swêdê re şand.

A+A-

PAK-Swêd ji Kongreya Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê re mesajek şand.

Herweha PAK-Swêd mesaja Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ku êrîşa terorî ya Stockholmê rûreş kiribû, ji serokwêzîrtiya Swêdê re şand.

PAK-Swêd ji Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê re ku di navbera 8-12ê Nîsanê li bajarê Goteborgê kongreya xwe ya 39em lidar xist, mesajek şand.

Herweha PAK-Swêd mesaja Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ku êrîşa terorî ya Stockholmê rûreş kiribû, wergerand Swêdî û serokwêzîrtiya Swêdê re şand.

Mesaja PAK-Swêd ev e:

”Kongreya we ya 39an di bin siya êrîşa terorî ya DAÎŞê ya li Stockholmê qewimî civiya.

Mixabin ew terora ku bi salan e hezaran can digre, milyonan kes penaber dike, van salên dawî berê xwe daye Kurdan û xelkên din yê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî başûr û rojavayê Kurdistanê.

Kurd ji yek qewmên kevntirîn yê Rojhilata Navîn in, bêdaxwaziya xwe bi zorê ji hemû mafên xwe yên mirovî, demokratîk û netewî bêpar hatiye hêştin, welatê di nav çend dewletan de hatiye perçekirin.

Îro ew dewletên ku Kurdistanê di nav hev de par ve kirine îstîkrar û aşîtiya dinyayê tehdît dikin û bûne çavkaniyên terorê. Em Kurd herçiqas li welatên xwe ji mafên xwe yên esasî bêpar bin jî, ji bo demokrasîyê û mafên mirovî li hember terorê bê dudilî têkoşîneke bêhempa didin.

Nûnerên hêja yê kongreyê! Bêşik mafê xwezayî yê kurdaye ku pêşeroja xwe bi xwe tayin bike. Li vir em dixwazin destnîşan bikin ku başûrê Kurdistanê, dewleteke zexm û serbixwe û li Rojava ,Kurdistaneke xwedî statu, dikira li hember terorê bibe benda aşîtî û aramî yê.

Em hêvîdar in di beşê kongreya we ya li ser pirsê navnetewî de hun rewşa Kurdistanê û herêmê bisekinin û ji bo her çar perçê Kurdistanê biryarên berbiçav ê piştgiriya bigrin.

Bi silavên me yên germ, em temeniya kongreyeke serkeftî dikin.”

pak-peyam-swed-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin