“Dewletê dîsa mafê jiyanê binpê kir”

“Dewletê dîsa mafê jiyanê binpê kir”

.

A+A-

ÎHD û ÇHDyê ji bo mirina Muharrem Aksemê 16 salî daxuyaniyek weşandiye: "Ger lêpirsîneke berfireh were kirin û berpirs werin cezakirin wê gavê dê nehêle di bin navê 'qezayê' de bûyerên bi vî rengî pêk werin."

Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) derbarê mirina Mûharrem Aksemî de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistiye. 

Mûharrem Aksemê 16 salî li Taxa Mîcît a Eyyûbiye, navçeya Rihayê şivantî dikir. Di 24ê Adarê de li cihê ku polîsan perwerdeya guleberdanê lê dikir, laşê wî hatibû dîtin. Hin beşên laşê wî jê bûbûn û li ser laşê wî hin parçeyên metal hebûn. 

Rêxistinên mafparêz di dema civîna çapemeniyê de gotiye: "Em ê nehêlin qirkirineke din asayî bibe."

“Dewlet bi rengekî aşkere berpirsiyar e"

Li gorî nûçeya MAyê civîn duh li avahiya ÎHDyê ya Edenê pêk hatiye û li ser navê herdu saziyan parêzer Ûmay Buyukdagê metna hatiye amadekirin xwendiye. Buyukdagê diyar kiriye ku bi rengekî aşkere diyar e dewlet ji mirina Aksemî berpirsiyar e.  

Buyukdagê di dewama axavtina xwe de gotiye, mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn û jêneger ê mafê mirovan e, dîsa bi destê dewletê hatiye binpêkirin: “Zarokekî din hate qetilkirin. Ji bo me ne girîng e ku ev bûyer qeza ye yan ne. Weke mirinên ji ber wesayitê zirxkirî pêk tên, em ê nehêlin qirkirineke din asayî bibe, em qebûl nakin, em ê nekin."

Çi bûbû?

Li Eyyubiye, navçeya Rihayê Mûharrem Aksemê şivantî dikir, winda bûye û malbata wî û hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna wî kiriye. Digel hemû lêgerînan ew nehatiye dîtin. Piştî demekê hin kesan li nava erdekî vala laşek dîtiye û cenderme agahdar kirine. Tîmên çûne cihên bûyerê lêkolîn kiriye û di encama lêkolînê de derketiye holê ku laşê Mûharrem Aksemî ye û di laşê wî de şûna guleyan heye.

Şêniyên taxê ji MAyê re diyar kiriye ku roja bûyer qewimiyê heta saet 18.00ê ji cihê bûyerê dengên guleyan dihat. Şêniyan her weha gotiye, cihê navborî di du salên dawiyê de weke cihê perwerdeya guleberdanê dihate bikaranîn. 

Malbata Aksemî jî destnîşan kiriye ku laşê wî xera bûye û li ser laşê wî şûna gelek gule an jî şarapnelan heye. 

Piştî vê bûyerê Walîtiya Rihayê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: 

"Ji tomarkirinên PTSyê, kamerayên ewlehiyê û îfadeyan hatiye famkirin ku cihê mirina bigûman pêk hatiye 300 metre ji derveyî qada navborî ye û personelên Midûriyeta Emniyetê ya bajêr di saetên sibehê de çûne qadê, perwerdeya xwe temam kirine û di saet 15.08ê de ji wir veqetiyane. 

"Her weha di lêkolîna otopsiyê de diyar bûye ku; li laşê kuştî de cihê ketin û derketina guleyan nîne, di cihên cida cida yên laşê wî de parçeyên metal hene."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin