"Dewleta Tirk dixwaze berê gelê me bes bide şerî"

"Dewleta Tirk dixwaze berê gelê me bes bide şerî"

Dewleta Tirk dixwaze berê gelê me bes bide şerî û sîyaseta PKKê ya şerî jî rê ji vê sîyaseta Dewleta Tirk re xweştir dike

A+A-

Failê wê kî dibe bila bibe, em teqîna li Amedê rûdaye şermezar dikin

Li navçeya Rezan ya Amedê di roja 05.11.2016an de bi teqîneke bombeyî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 100 kes jî birîndar bûn.

Di derbarê failê vê teqînê de gelek agahîyên cuda cuda belav bûn.

Walîtîya Amedê piştî teqînê daxuyaniyek da û got ‘’PKKê ev teqîn lidarxistiye’’. Paşê li gorî nûçeyeke din DAIŞê gotîye ‘’me ev teqîna lidarxistîye’’. Roja 06.11.2016an jî TAKê got ‘’me ev teqîna lidar xistîye’’.

Balkêş e ku, heta nuha jî PKKê di derbarê vê teqînê de tu daxuyanî nedaye ku ka tu eleqeya wan pê heye an na.

Aşkereye ku teqîn ji alîyê kê hatibe lidarxistin jî, dê ew encama kuştin û wêranîyê ji holê ranebe.

Ji alîyê kê hatibe kirin jî, em vê teqîna ku zerar daye gelê me, daye welatê me, daye doza azadîya Kurdistanê şermezar dikin.

Çalakîyên bi vî rengî, tûnd û tûjî û şer rê li ber çareserîya sîyasî digire, çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê aloztir dike, bi dûr dixe. Dewleta Tirk dixwaze berê gelê me bes bide şerî û sîyaseta PKKê ya şerî jî rê ji vê sîyaseta Dewleta Tirk re xweştir dike.

Divê demildest ev şer û pevçûn rawestin, divê Rewşa Awarte bi dawî bê û rê ji çareserîya sîyasî ku hemû partîyên Kurdan wekî mixatab bêne qebûl kirin vebe.

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên vê teqîna li Amedê lidar ketîye dixwazin.Xwedê wan bi rehma xwe şad bike, cîhê wan bihuşt be.Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Divê jibo zerarên ji vê teqînê gihîştîye gelê me,demildest bê dayin.

07.11.2016

HAREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin