Dewlet û avakirin

Dewlet û avakirin

Xelil Sipan

A+A-
 
Ev demeke ku li ser dewletbûna Başûrê Kurdistanê, " kûr û dirêj " nîqaş tê dikin. Nîqaş kirin tiştekî normal e û pêwîst e...Li gorî ku ez nîqaşan dişopînim, piranîya nîqaşan ji rastîyê gelek dûrin, lê pêvajo û jîyana pratîk rastîyê roj bi roj derdıxine pêş...! Dewletbûn mafê gelê Kurd e û ev yeka nayê nîqaş kirin...!
 
1) Li dijî dewletbûne terketin, alîyekî wî ku wek xalekî sîyasî mirov li ser nîqaşan bike û jê re çareserîyên sîyasî bibîne ew ne ji wan xalane...
 
2) Nîqaşên bê armanc û bê alternativ, piranîya wan nîqaşan wek sedêke xirabe ne û tu tiştek jê nayê fêm kirin...
 
Ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê, dewletbûn êdî pêwist û hewceye. Ji bo parastina dewlet û ava kirina dewletê re yek artêşek pêwîst e. Divê ew artêş girdayê wezerata parêzvaniyê be. Polîs û asayîş divê girêdayî wezareta karên navxweyî bibe...Îstîxbarat û "parastin" divê girêdayî serok wezîr be...
 
DEWLETA DEMOKRATÎK,
Demokratbûna dewletê girêdayî zagona bingehîye, qanûna û meşandina wî ye. Di alîyên pêkhatêyan de û an jî olî de heta îro tu pirsgirêkek di alîyên Kurdan de çênebûye û Kurd di wî alîyî de demokrat in...Alîyê aborî de, gava dewlet nebe, aborîya dewletê û polîtîka aborî jî çênabe...Wek tê zanîn aborîya Kurdistanê gelek tiştên xwe ve bi dewleta Iraqê ve girêdayî ye. Heqê karmendên Kurdistanê, yê mehane, sivîl û pêşmerge ji % 17e jî para Kurdan yê dewleta Iraqê bida. Lê dewleta Iraqê li gorî polîtîka xwe û li hemberê Kurda wek kartekî bi kar tanî û tîne...Heqê karmendên Kurdistanê, yê mehane, sivîl û pêşmergan nedan, çêk ne dan pêşmergan û di şerê DEAŞê de, çekên ku ji alîyên dewletên navnetewî hatin şandin, dewleta Iraqê dest da ser wan çekan. Herwiha Iraqê ne xwest ku made 140ê jî pêk were... hwd
 
ABORÎYA KURDISTANÊ,
Aborî di Kurdistanê de, di navberan partîyên sîyasî de hatibû parevekirin...Kokê gendelî û xirabîyê jî, ji wê polîtîkayê peyda bû...Goran ji di nav wê "golê" de bûn û hemû rêxistinan ji wê "gol" dixwerin...Mele Bextîyar di peyameke xwe a TV de, ev rastîya jî anîbû ziman...
 
Lê, îro derfetên ku ketine destine Kurdan ku yên heye, ew dikarin pê dewleteke demokratik ava binin...!!!
Divê êdî partîyên sîyasî dest ji hişê "dewleta partîyan" berdin... Ew modêlên Kemalist û Baasîya bû û dawîyên wan li holê ye...
 
Dibe ku dewlet di demeke nêzîk de hemû tiştî nikar be çareser bike, lê dikare pirsgirêka kêm bike û rêya ji çareserkirina pirsgirêkan re vebike...!!!
 
Partîyên sîyasî nikarin xwe bikin cihên dewletê. Partîyên sîyasî îro hene, lê sibê dibe ku tinebin. Dewlet ne wisa ye. Êdî Kurd û Ereb şert û mercanan ku hev re jîyan bikin nemaye. Yek rê li pêşîya Kurd ye, ew jî ava kirina dewleta serbixwe ye...
 
Biryarê referendûmê gavek ji bo ava kirina dewletê ye. Dewlet ji bo hemû gelê Kurdistanê pêwîst e û hewce ye...
 
Divê hemû kes pişgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê bike û yên mafê wan ê dengdanê heye divê bêjin ERÊ !
 
Referandûm ji bo aktîv kirina parlementoya Kurdistanê, bo projeyên aborî û ava kirina dewleteke demokratîk re ne astenge û wê wan pirsgirêka bi lez û bi hêz bide çareser kirin gelê li fafên xwe yê giştpirsînê bibe xweyî... 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin