Dewlet dest danî ser weşanên Fethullah Gulenî

Dewlet dest danî ser weşanên Fethullah Gulenî

çapkirina wan, belavkirina wan û firotina wan yasax kiriye û yên pîyasê de hene jî dê bihên topkirin.

A+A-

Serdozgerîya Komarî ya Bakirkoyê(Stenbol) biryar da ku 672 kitêb, CD û DVD ku aîdê Fethullah Gulen in bihên berevkirin û Dadgerîya Sulhê ya Cezayê ya Bakirkoyê jî vê daxwaza serdozgerîyê pejirandîye.

Serdozgêr kitêbên Gulen wek wasiteya propagandaya terorê bi nav kiriye û li gor xala 25/2 a Qanûna Weşangerîyê; çapkirina wan, belavkirina wan û firotina wan yasax kiriye û yên pîyasê de hene jî dê bihên topkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin