”Dewlet bi sîyeseta xwe ji salên 1990an paşvetir çûye”

”Dewlet bi sîyeseta xwe ji salên 1990an paşvetir çûye”

5 rêxistinên medenî yên Amedê ”Di Derheqê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de”Beyaneka hevpar derxistin

A+A-

Ji Raya Giştî re

Nivîsara Hevpar ya Di Derheqê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de

Di Danezana Gerdûnî Ya Mafên Ziman, ya kû di sala 1996’an de hatiye pejirandin de qala Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a kû di derheqê mafên mirovan de nivîsarek bingehîne dike û dibêje “ hemû civakên ziman, xwedî mafên wekhev in”, “herkes xwedî ev mafî ye ku zimanê xwe di çalakiyên raya giştî de bimeşînin” û “hemû civakên ziman, xwedî ev mafî ye ku zimanê zikmakî bi awayekî fermî li ser axa ku li ser dijî, bikarbînin.” Lê bele hem di zagonê welatan û hem jî di pratîkê de tu kes rîayetî mafê ziman nake û her wekî hûn jî dizanin gelek ziman, bi awayekî hişmendî(qazî) ve tê wenda kirin. UNESCO, ji bo ku li cîhanê cihêwaziya ziman zede bike, ji bo ku hikumet rêz û hurmetiyê ji ziman nîşan bide û ji bo ku dewlemendiya zimanan biparêze 21’ê Sibatê ji sala 1999’an û vir de wekî Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê îlan kiriye. Wekî hûn jî dizanin, di 21’ê Sibatê ya sala 1950’yan de, ji ber ku Pakîstan li ser axa Bengaliyan zimanê Bengala qedexe kiriye xwendekarên zaningehê ev rewş protesto dikin. Li hemberî vê protestoyê polîsên Pakîstanê êrîşê xwendekaran dike û di encama bûyerê de gelek xwendekar jiyana xwe ji dest dide. Di ev bûyerên bi rojan berdewam kir de, di serî mafê jiyanê jî di nav de, gelek mafê mirovan yê bingehîn hat binpêkirin. UNESCO, ji bo bîranîna van kesên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dide û ji bo ku li tu welata bûyerên bi vê şêwazê êdî neqewime ev dîrok kiriye rojeke gerdûnî.

Ji salên 1950’an û vir de bi awayekî bandor tekoşîna mafê ziman tê meşandin û li gorî salên berê gelek ziman bi awayekî fermî hatiye nas kirin û rewş bêhtir baş bûye. Li Tirkiyê jî di serî de zimanê Kurdî, di gelek zimanan de pêşketinên mezin çêbûye. Le mixabin, hem di serdema hikumetên berê hem jî di serdema 15 saliya Hikumeta AK Partiyê de hîn jî ji bo zimanê Kurdî tu gavên hiqûqî nehatiye avêtin. Di sala rabirdû ya 2016’an de di vê mijarê de wekî salek tarî tê qebûl kirin. Dîsa her wekî din, di serî de li Stenbolê gelek Metropolên Tirkiyê de xebatkar, ji ber ku bi Kurdî diaxive hatin linç kirin. Deha doh 5 hev xwendarên lîseyê li Aydinê ji ber ku bi kurdî stran digotin, tê binçavkirin û dawiyê ji aliyê Dadgeha Sulh ya Cezayê bi şerta Adlî Kontrolê serbest tê berdan.  Dibistanên azad yê ku Perwerdehiya bi Kurdî dida, hatin girtin. Dibistana Ferzad Kemanger ya ku li Amed’ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dida, hatin girtin û gelek xwendekarên wê ji mafê perwerdehiyê bêpar hatin hiştin. Gelek kreş û sexbêriyên malan yê ku girêdayî Şaredariyan bû, ji aliye Qayyûm ve hatin girtin. Xebatkarên Zarokîstanê ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin Amed’ê û xebatkarên Xalxalok ya ku girêdayî Şaredariya Qayapinarê de xizmet dida, ji kar hatin dûrxistin. Di van kreşê ku bi bingeha zimanê zikmakî xebat dikirin de modela perwerdehiya gerdûnî dihat bikaranîn. Mixabin li şûna vê modelê, di van kreşan de êdî perwerdehiya bi Tirkî ya bi yek zimanî xistin meriyetê. Dîsa navendên çandê yê ku girêdayî şaredariyan bû, hatin girtin û hemû xebatkarên wan ji kar hat dûr xistin. Xebatkarên Şanoya Bajêr ya Amed’ê ku bi kurdî şano dikirin, ji kar hat dûr xistin.

 

Ji aliye din bi KHK’yê, ji xeynî saziyên çapemeniyê, gelek radyo, televizyon, rojname, kovar û ajansên çapemeniyê ku bi kurdî weşan dikirin, hatin girtin. Nemaze Zarok TV, bi saya baldariya raya giştî ya navnetewî ve dîsa hat vekirin. Lê tu televîzyonê ku bi kurdî weşan dikirin, nehat vekirin. Dîsa li gelek bajarên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyê Kurdî-der, Enstîtuya Kurd ya Stenbolê û Kurd-der ku ji bo ku pêşketina zimanê kurdî bikin hatibû vekirin, bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. 

Piştî xerabûna Pêvajoya Çareseriyê, bi awayekî yekser şer li herêmê dijwar bû. Bi pêvajoya şer re hevpar gelek xebatkarên çapemeniya kurdî hatin binçav kirin û hîn jî hinek ji wan girtî ne. Dîsa bi çarçoveya KHK’yan gelek nivîskarên Kurd, di saziyên dewletê yê ku tê de dixebitîn, hatin îxraç kirin, binçav kirin û girtin. 

Hemû hewldanên bi vî rengî tê vê wateyê ku, bi polîtîkayê bişaftin û înkarê dewlet ji salên 1990’an paşvetir çûye. Em wekî Rêxistinên Mafên Mirovan hişyariya xwe ji hikumetê dikin û dibêje; li gorî ruhê 21’ê Sibatê ya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê tevbigerin û Danezana Gerdûnî ya Mafê Ziman bi awayekî fermî nas bikin û piştre li gorî vê danezanê tevbigerin. Ji bo 21’ê Sibate ya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de hêvî dikin ku bi zimanê xwe li ser erdnîgariyek ku Demokrasî û Wekhevî lê şax daye bijîn. Bi vê munasebetê di serî de hemû zimanê yê Tirkiyê, li hemû gelên ku zimanê wan hatiye desteser kirin re em dibêjin;

 

21’ê Sibatê ya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Pîroz dikin….

 

BAROYA AMEDÊ
KOMELEYA MAFÊ MIROVAN(İHD) YA ŞAXA AMEDÊ
WEQFA MAFÊ MIROVAN YA TİRKİYÊ
MAZLUMDER- ŞAXA AMEDÊ
ODEYA TABÎPAN YA AMÊDÊ

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin