Devika bendava Dîcleyê teqiya, bexçeyên Hewselê di bin avê de man

Devika bendava Dîcleyê teqiya, bexçeyên Hewselê di bin avê de man

Li navçeya Gêl a Amedê ji ber baranê Bendava Dîcleyê tije bû û devikekî bendavê ku ji bo valakirina ava zêde hatibû vekirin, teqiya.

A+A-

Hat ragihandin, ji bo ku ava zêde ya li nav Bendava Dîcleyê ku ji ber barana van rojên dawî gelek zêde bûbû vala bikin, devikên bendavê hatin vekirin.

 

Piştî demekê ji ber hêza avê devikekî bendavê veqetiya û kete nav avê.

 

Herwiha ji ber ku ava çemê Dîcleyê jî zêde bû, du devik hatin girtin.

 

Li ser bûyerê keya û niştecihên gundên ser bi navçeya Gêlê ji ber metirsiya lehiyê hatin agahdarkirin.

 

Tîmên cendirme û AFADê li gundên qeraxên çemê Dîcleyê dest bi wergirtina tedbîran kirin.

 

Herwiha ji ber zêdebûna ava çemê Dîcleyê, piraniya bexçeyên Hewselê jî di bin avê de man.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin