Destûra tirkan ev e sed sal e li ser nêjedperestî hatîye avakirin

Destûra tirkan ev e sed sal e li ser nêjedperestî hatîye avakirin

Dara Ersönmez

A+A-

Erdogan dixwaze xwe mafdar bibîne û bi serê xwe dewletê îdare bike. Li gor planên xwe dixwaze her kes serê xwe li ber wî bitewîne û herwiha hemû civak di bin bandora wî de kar bike û tevgera civakê li gor zagona xwe tevbigerîne.

Ji ber vê dixwaze destûrekî taybetî  amade bike ku  bikaribe bi rêya qanûnên xwe bi rihetî cîhe mirovan biguherîne, ji kar bavêje û dewsa wan kesên ku bi wî re rajerkarî kirine dîyar bike. Bi vî awayî bê ku xwe bavêje xeterê, bêhtir ew mirovên ku ji wî re rajerî kirine, bi rê û alîkarya wan ve dixwaze li ser civatê weke metodên terorê birêve bibe.

Li ser Kurdistanê jî dixwaze civakê li gor xwe rêk û pêk bike û li gor xwe li hev bîne.
Ji xwe ew bûyarên ku li Kurdistan diqewime hem balkêş e û hem jî xeberên bobelatî yê ye.  Armanca wan bûyeran ew e ku tevlîhevîyeke peyda bibe û ji bo zerarê bidin gel û ji bo ku hêza  gel biçike û weha bike ku milet tu caran  nekaribe berxwe bide. Li gor wan her tişt hate kirin weke, tecewûz maf, norm û nirxên ku ya gelê kurda bû hate astengkirin.  Miletê kurd neçar kirin ku li welatê xwe berde, mal û cîhê xwe bihêle û mecbûrî koçê bike. Binavkirina terorê û bi mebesta çareserkirina terorê gelê kurd ji xwe re kirin armanc û kurd weke terorîst hate nîşandan.  Armanca wan ji bo berxwedana gelê kurd bû bi navê çareserkirina terorê gelê kurd hate qirkirin û bi hêvîya ku ku careke din kurd nekaribe berxwe bide. Kurd ji bo desthilatîya wan asteng bûn û bi hilweşandina wan astengîyan ku bikaribin bi hêsanî deshilatdarîya xwe bidomînin.

Çawan?

Sedemê bêserûberî û bêaramîyê gelê kurd hate nîşankirin. Bi vê şiklê bi hêsayî hêzên ku ne ji wan in bi zorê hilweşandin û cihê wan ew hêzên ku ji wan bawerî dikin xisten dewrê.

1. Bi rîya rêxistinên terorist xwestin civatê bitirsînin, ji xwe ew rêxistinên wek DAEŞ bi alîkariya dewleta dagirker êrişên terorist dikir û bi vê metodê bi hezaran kurd kuştin.

2. Bi rîya eşîretên ku aligirê dewletê bûn eşîtetên din neçar kirin ku bi her awayî  bi dilsozî girêdayîya xwe ji dewleta dagirker re pêşkêş bikin.

3. Bi rîya taşaronan ve ji armanca xwe ya ji bo ”welatekî bi hevre û komara demokratîk” ji bo ”biratîya gelan” û parastina dewleta Tirka gelê kurd pelçiqandin.

Ev xalê ku min li jor nişan kirine, li ser navê edaletê çêbû lê bê edaletî peyda bû, li ser navê hiqûqê pêk hati bû, lê  bê hiqûqî hate holê.

Lê belê armanca wan tevlîhevîyeke bû ku di civata kurdan de peyda bibe ku weke her caran vê carê ji sistema xwe ya mêtinger li Kurdistanê bi hêztir bikin.

Ev xalê ku min li jor de nişan kirine, li ser navê edaletê çêbû lê bê edaletîye anî holê, li ser navê hiqûqê pêk hatibû, lê  bê hiqûqî anî holê.

Lê belê armanca wan tevlîhevîyeke bû ku di civata kurdan de peyda bibe ku weke her caran vê carê jî sistema xwe ya mêtingehkar li Kurdistanê bi hêztir bikin.

Serokkomarê Tirkîyê Erdogan dixwaze ji bo pêşerojê cîhe xwe û partîya xwe hewqasî zeximtir bike ku ewlekarîya wî/wan dê nekeve xeterê. Niha destûrekî çêkirine ku dixwazin bi referandûmê destûra xwe bidin pejirandin û herwiha bi vê metodê serokkomarîya xwe jî li gor dilê xwe bikar bînin.

Lê ji bo kurdan her weke destûrên berê, destûra nû jî çi maf nade. Lê belê ji kurdan re tê gotin ku rayên xwe ji bo referandûmê bi kar bînin. Divê kurd hişyar bin. Ji ber ku bi guhartina destûrê û bi rêya referandûmê dixwazin ku kurd bixin tengasîyê û neçar bikin ji bo erê an jî na.

Divê partî û rêxistinên kurdî helwestên xwe nîşan bidin bi çarçeveyake berfireh lê binêrin û bi hevdu re têkildar bin. Destûra tirkan ev e sed sal e li ser nêjedperestî hatîye avakirin û îro jî di naveroka destûra wan de nîjatperestîyê zêdetir tu maf ji bo kurdan re tine û tu car hebûna kurdan ne hate rojevê û behsa çand,zimanê kurdî jî nehatîye kirin.  Ji ber vê ti feyde ya kurdan ne ji bo destûrê re an jî referandûma wan ya erê û na re heye. Boykotkirin jî li gorê rewşa îro tu feyde û berjewendî nade milêtê me.

Lê biryar çi dibe bila bibe pêwîst e û divê rexêstin û partîyên kurdan dîtinên xwe û ramanên xwe bi raya giştî re parve bikin ku sedemê helwestên wan çî ye, bidin daxuya kirin. Helbet biryara bi hev re dayîn baştirîn biryar e ji bo Kurdistanê û miletê me û divê ne tenê bi raya giştî re, lê bi hevûdu re jî biaxivin ji bo armanca hevbeş di navbera partî û sîyaseta kurdan de peyda bibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin