Destûra faşîzimê ji kapîtalîzimê ye

Destûra faşîzimê ji kapîtalîzimê ye

Li cîhanê kîjan dewlet him dixwaze bikeve Yekîtiya Ewropayê him jî bê sînor û bi aşkere terora dewletê dimeşîne?

A+A-

 

Ciwan Tengezar

Li cîhanê kîjan dewlet him dixwaze bikeve Yekîtiya Ewropayê him jî bê sînor û bi aşkere terora dewletê dimeşîne?

Bêguman ew dewlet dagirkerê herî mezin ê Kurdistanê, KT (Komara Tecawizê) ye.

Dewleta dagirker bêxem, bêtirs û bênavber faşîzima xwe didomîne.

Li şûna ku ji aliyê NATO û Ewropayê ve bê îkazkirin, mixabin bi her awayî ji aliyê wan ve tê destekkirin.

Dem dema faşîzimê ye!

Destûr ji sîstemê ye!

Stûneke faşîzimê nijadperestî, ya din jî daxwaza bidestxistina milk e.

Faşîzim ne sîstemeke bêserûber e.

Ew sîstemeke yekdeng e, tê de reng û dengên cuda jî hene,

lê ew tên kontrolkirin û bo meşandina sîstemê hatine bêdengkirin.

Faşîzim ne tenê kontrolkirina bazara aboriyê ye.

Birêvebirên faşîst dizanin ku siyaset, leşker, çapemenî û rewşenbîr divê bên kedî û kontrolkirin.

Divê ew bi her awayî bên bêdengkirin.

Bi destê dewleta contirk, bi piştgiriya dewletên navneteweyî plana talankirina herêmê hatiye kirin û ev yek tê cîbicîkirin.

Gund û daristanên Kurdistanê hatin şewitandin, debara kurdan; xwedîkirina pez û deweran, ji holê hate rakirin.

Îcar dor hat valakirin û wêrankirina bajaran.

Ji bo vê yekê jî bi têra xwe "sedemenên qaneker" hate pêkanîn.

Loma jî dewleta dagirker bi awayekî hovane bajar ser û bin kirin, şerefa kurdan kir pênc quruş.

Bi metoda Naziyan du rê nîşanî kurdan dike: Yan mirin yan koletî.

Qirkirin

Em ji bîranîna qirkirinan westiyan, lê dewleta kujer ji kuştin, talan û wêrankirinê newestiya.

Duh jî dewleta dagirker mîna îro qira miletan anî.
Îro li ber çavan dikuje û tu kes naçe/nikare biçe hawara gel.
Duh jî wiha kuştibû, em bi awayekî dilsaf li bendê ne ku dagirkerê xwînmij li xwe mukir bê!

Bi rê û rêbaza barbaran û bi aşkere xwînê dimije.

Mixabin dagirker çi li hundir çi li derva dest û piyên tevgera kurdan girêdane.

Jixwe hêvî ji dewletên kapîtalîst tune ye.

Lê ew lîstika cara dawiyê ye.
Ya hero ya mero!
Man û neman!

Kişik tê lîstin.

Herku bingeha sazkirina serxwebûna Kurdistanê xurt dibe.
Dagirker gez dike.
Ji bo ku gez bike şertên wê jî amade dike.

Divê ew êrîş bibe yan na ew ê bixwe têk biçe.
Divê ew tiştek bike yan na ew ê bixwe nemîne.

Sûcên wê pir in û êdî herkes pê dizane.

Azadiya gelan, bi taybetî dewletbûna kurdan tunebûna dagirkerê tecawizkar e.

Balafir û berpirsiyariya dîrokê

Balafira Rûsyayê çima ewqas dereng ket?

Mirov dikare pirsa jorîn wiha fêm bike:

 

1. Çima dereng hat?

2. Çima dereng ket?

 

Ji ber ku balafira Rûsyayê kete xwarê û sedsalek dereng ma, loma jî min pirsa xwe bi wan herdu wateyan kir.

***

Qirkirina gelên qedîm li sala 1912an ji aliyê Osmanî/Tirkiye ve dest pê dike û heta 1938an dom dike.

Ermen, asûr-sûryan, pontûs, yewnan û kurd, mîlyonan Can tên qirkirin.

Mixabin qirkirin hê berdewam dike.

Ev yek li ber çavên dewleta mezin a Rûsya/Yekitiya Sowyetê pêk tê.

Ji bo nasandina wan qirkirinan tu gotin nehatiye gotin, tu gav nehatine avêtin.

 

Helbet piştî salên 38an jî gelek bûyerên tarî û nemirovahî çêdibin, lê dîsa deng ji Rûsyayê dernakeve.

Tu caran destê xwe dirêjî gelên bindest nake.

Em dikarin bêjin ku di dîroka kurdan de Rûsya rûreş e.

Gelek caran serok û rêberên kurdan hêviya xwe bi Rûsyayê ve girêdane, lê her car hêviya wan pûç derketiye.

Dijane Rûsya ji bo berjewendiya xwe, rewş û agahiyên gelên bindest bikaraniye.

Herku dilopeke xwîna zarokek rijiyaye, rûsan jî mîna dewletên serdest bêrîka xwe tijî kirine.

Lê îro rewş cuda ye.

Bi ketina balafirê şerefa rûsan bû pênc quruş, loma jî çi tê devê Putîn dibêje.

Wî ragihand ku ew ê Tirkiyeyê bihetîkîne.

Em ê li hêviyê bin, ka bi rastî 24ê meha Nîsanê qirkirina gelan li parlamentoya Rûsyayê derbas bibe yan na.

Em ê li hêviyê bin ku parlamentoya Almanyayê jî wê nas bike û pêdiviya naskirinê jî pêk bîne, ku di qirkirina gelên Mezopotamyayê bi taybetî ya ermenan de rola Almanyayê pir mezin e.

DI û afirênerê wê

Du sal berê ji bo mirovên sade "hêzeke ne diyar" bû DI/DAIŞ, lê ji bo dewletên serdest, hêza xilaskerê sîstemê.

Sîstema sermayedariyê ketiye tengasiyê, jê re dijminek diviya.

Bi riya şer, xirabkirin û „avakirin“, talankirin, sîstem hewl dide ku xwe ji tengasiyê rizgar bike.

DI (Dewleta islamê) ji bo jinûvesazkirina rojhilata navîn, ji aliyê Nato, Tirkiye, Erebîstana Sûûdî hwd. hatiye çêkirin.

Berjewendiya her dewleteke avakar pê hebû.

Ji bo Tirkiyeyê rola DI li dij dewletbûna kurdan bû.

Ji bo dewletên ereban wek S. Erebîstan û Qatar rola DI li dij Şîiyan bû.

Ji bo avakar û hêza mezin (Nato), rola DI li dij hêza Rûsyayê, kontrolkirina Rûsyayê bû.

 

Ji bo welatên çekfiroş, ji bo şîrketên av û petrolê jî bazara qezencê bû.

Jixwe tecrûbeya YDA li Afganîstanê hebû ji bo jinûvesazkirina Asyayê.

Encameke wê projeyê kurdan jî eleqedar dikir.

Ev yek jî bidestxistina statûyek bû.

Herwiha ew projeya qirêj encameke trajîk jî ji bo kurdan pêkanî.

Bû qirkirina xweza û jîndarên Kurdistanê; wek qirkirina Şengalê.

 

Êdî afirinêrên DIê bixwe li qadê ne û wê şer jî gurtir bibe!

 

Ji şerê sar ber bi şerê germ ve

Balafira YDAyê wê kengê bikeve?

Çîrok jî dîrok jî bi ketina balafira Rûsyayê ber bi guherandinê ve ye.

Pêşî rûsan helwesta xwe ya aborî û leşkerî bi tundî aşkere kir.

Bazirganên tirkan ji welatê xwe diqewirîne.

Danûstandina xwe ya aborî û leşkerî bi Tirkiyeyê dicemidîne.

Ya balkêş! Jixwe fikra nivîsandina vê nivîsarê ji vê balkêşiyê peyda bû.

Rûsan nasandina qirkirina ermenan anî rojevê û ew şand parlamentoya Rûsyayê.

Gelo ji bo ku YDA (Yekitiya Dewletên Amerîka) qirkirina ermenan û mafê gelên bindest nas bike, divê Tirkiye balafira wan jî bixe?

Balafira YDAyê wê kengê bikeve?

Kurd hilgirê krîza aborî û siyasiya kapîtalîzimê ne.

Kurd û Kurdistan bedela krîza siyasî û aboriya welatên ewropayê didin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin