Destpêka malbatên kurd li Filistînê

Destpêka malbatên kurd li Filistînê

Destpêka malbatên kurd li Filistînê

A+A-

 

Dr. Henna Isa*

Wergerandin ji zimanê erebî: Ednan Bedreddîn

Comerdiya Selaheddîn Eyûbî, ku misilmanekî sunnî bûye, bi azadkirina Filistînê ji xaçeperestan sînordar nema ye. Wî kar kiriye jibo ku peywendiyekê dirûst bike di navbera Filistînê û misilmanan de, bi rêya lêmaiynê, niştecîbûnê, an jî bi armanca berevaniya wê ji dijminan. Bi deh hezaran şervanên kurd li Filistînê bi cih bûne. Bi derbasbûna demê re, bi sedan malbaltên kurd diyar bûne, û ew li gel netweyên dî li ser vê xakê tekil bûne. Di sedsalên navendî de, hebûna kurdan li Filistînê bi bûyerên rûbirûbûna misilman û xaçeperstan jibo bidestkixtina "welatê Şamê" û Misrê ve girêdayî bûye. Ev hebûn pişt re bi damezrandina dewleta eyûbî ku ji bal lehengê kurd Selaheddîn Eyûbî ve peywendîdar bûye. Piştî vê demê jî, hatina kurdan bo ser xaka Filistînê berdwam kiriya. Gelek kurd li gund û bajarên Filistîne di heyama memlûkiyan, osmaniyan û înglîzan de niştecîbûnê.

Kurd weke "mucahîd" ango "cîhadîst" di leşkerên ku Nûreddîn Zengî û Selaheddîn Eyûbî avakiribûn hatine. Selaheddîn gelek zevî li bajarên Filistînê yên serke pêşkêşî mîrên kurdan kirine, weke xelatek jibo bervaniya wan di ber xaka Filistînê li hember êrîşên xaçeperestan de, her weha jibo "misilmankirina" Filistênê, piştî ku ew sed salî li jêr desthilata xaçeperestan de ma bûye. Bi derbasbûna rojan re, kurdên van bajaran taxên taybet bi xwe avakirine li her yek ji Qudsê, Xelîl, Ekka, Nablus û Xezza, ku weke "taxên kurdan" hatine binav kirin.

Weke nimûne, Slaheddîn gelek kurd li bajarê Xelîl bicih kirine. Piştî demekê, jibo bidest xistina serokatiya bajêr, ew ketine rikeberiyê bi xelkê herêmê yên eslî re . Di encamê de, du bend hatine avakirin: Benda eyûbî ya kurdî, û benda temîmî ya erebî. Herdû bendan dest bi hijmarek ji pevçûn û dijberiyên hozane di nav xwe de kirine ku bi (komkujiya Sultan Qeytbay) sala 878 k/1473z zayinî kotahî bi wan hatiye. Ew komkujeyeka gelek mezin bûye. Piştî vê bûyerê herdû bendên navbûrî hilweşiyane û belav bûne. Kurdan berê xwe dane Nablus, Al-Lud, Qudsê û Xan Yûnus û di heyama hilmeta Ibrahîm Paşa yê Misrî sala 1830z de, hêza benda kurdan êdî gelekî lawaz bûye.

Selaheddîn bajarê Nablus diyarî xwarziyê xwe Husameddîn Laçîn kiriye. Navbûrî ev bajar ji destên xaçeperestan rizgar kiribû. Piştî mirina wî ev saman (mulk, property) di nav çend mîrên kurdan de hatiye parvekirin. Yek ji wan Seyfeddîn Alî kurê Ahmedê Hekarî bûye. Piraniya leşkerê memlûkiyan kurd bûne. Di vê demê hijmarek ji zaneyên olî yên kurd li bajarên Filistînê bicih bûne. Şêx Ibrahîm kurê Hudme yê Kurdî, ku xwedî "keramat" bû, li gundê "Se'îr ku dikeve navbera Qudsê û Xelîl de niştecih bûye heta mirina xwe di sala 730k/1329z de li wê derê maye. Zaneyê islamê Bedreddînê Hekarî yê Seltî û zarokên xwe ji Selta rojhilata Urdunê gihiştine Qudsê. Neviyên wî taxek bi navê "taxa Al-Selt" avakirine. Bi dehên salan ewan melatiya Mizgefta Al Aqsa kirine û weke malbata "Al-Imam" tên naskirin û heta niha li Qudsê dijîn. Hijmara kurdan li Qudsê mezin bûye û taxeka wan bi navê "taxa kurdan" heye. Ew dikeve rojavayê "taxa Al-Maxarbe" û niha bi navê "taxa Al Şeref" tê naskirin.

Quds her weha bûye mala gelek zanyeyên kurd, mîna Şêx Ahmedê Muhemedê Kurdî yê Bestamî ku weke Şêxê Bestamiyan tê binav kirin. Wî weke mamosteyê olî li "xwendingeha Selahiya" heta mirina xwe di sala 881k/1400z de kar kiriye. Ji mamostayên heman xweningehê her yek ji Şêx Yûsufê Kurdi, Şêx Cibrîlê Kurdî ku xwediyê gelek ciwanmêriyan bûye û dostekî nêzîk ê Şêxê Kemalî bûye, Şêx Necmeddîn Dawûdê Kurdî navekî dî yê navdar e. Şêx Derbas Hekarî yê kurdî, mamostayê xwendingeha Al-Cawliya yê bûye.

Iro, li meydana Herema Qudsî ya Pîroz, Qubeyek bi navê "Al-Qubbe Al-Qeymeriya" heye. Ev Qube jibo bîranîna hijmarek cengewerên kurd ku ji "keliha Qeymer", ku li ciyayên di navbera Musil û Xalatê de dimîne, navê xwe distînin. Navê xwediyê vê kelihê "Abû Al Fawaris" bûye, ango (Bavê Siwaran- têbîniya werger). Hozeka kurdan jî bi vî navî dihate naskirin. Ji kesayetiyên ku di vê Qubeyê de hatine veşartin, Şehîd Mîr Husameddîn Abû Al-Hesen kurê Abû Al Fawaris Al-Qeymerî yê ku sala 648k/1250z miriye, Mîr Diya'eddîn Musa kurê Abî Al-Faris ê ku sala 648k/1250z miriye, Mîr Husameddîn Xidir Al-Qeymerî yê ku sala 665k/1262z miriye û Mîr Nasruddîn Abû Al-hesen Al-Qeymerî yê ku sala 665k/1266z miriye. Neviyên van mîrekan heta niha li Qudsê û li bajarokê (Dora) li Xelîl dijîn û weke "Mala Al-Qeymerî" têne binav kirin. Beşek ji wan piştî 1967-an koçberî Urdunê bûn û li Aman û Al-Zerqaa bicihbûn.

Di heyama omaniyan de, hinek kurd piştî ku Hec a xwe kirine, hatine Qudsê û dorûbera wê. Li wê derê koşeyeka taybet jibo xwe di taxa Al-Azbekiyê de dirûst kirine. Hinek ji wan di rêzên artêşê û dezgehên ewlekariyê de erkdar bûne. Ahmed Muhemed alkurdî û Muhemed Feyrûz Alkurdî karmendên ewlekariyê bûne. Hesen Qewwas Al Barzanî Alkurdî karmendê ertêşê bûye. Ji erşîvên dadgeha Yafa ya şer'î diyar dibe ku gelek kurd li Qeza Yafayê bicih bûne. Heman erşîv, bi taybet ên girêdayî bi pirsgirkên mulkiyetê ve, eşkere dikin ku gelek kurd di dema desthiladariya osmaniyan de (1864-1914) weke karmend di dezgehên ertêş û ewlekariyê de kar kirine. Hesen Axa Alkurdî ji niştecihê "Seknet Erşîd" leşkerekî osmanî bûye, Hecî Bekîr Axa Akurdî "çawîş" bûye û Hecî Ahmed Axa kurê Muhemed Al-Qwwas alkurdî "Yuzbaşî" di ordiya Benî xazî de bûye.

Di sedsala 16-an de, kurdan li bajarê Xezza ku wê demê navenda "sancakeka" osmanî bûye taxeka taybet jibo xwe avakirine. Gerokê turk Ewliya Çelebî sala 1671-an digihêje "Sefed". Li gor nivîsandinên wî, piraniya niştecihên bajêr ku dora 200 mal bi xwe ve girtiya, leşkerên kurd bûne. Hêjayî gotinê ye, di seransera desthihladariya osmaniyan de, kurd berdawan ji taxa kurdan li Şamê, ji Cizîr û Diyarbekirê hatine gund û bajarên Filistînê bi mebesta kar û bazirganiyê, yan weke karmend û rêvebir di dezgehên fermî de. Hinek weke leşker gihiştine vê xakê.

Peywendiyên Rêxistina Rizgarkirina Filistînê û tevgerên kurdî baş in. Piştî damezirandina desthilata Filistînê, ofisek jibo tevegera kurdî li Filistînê hate vekirin.

Serokê berê Yasir Erefat serperiştiya kongre yê damezrêner ê Komeleya hevalbendiya Filistînî- Kurdî yê ku di havîna 1999-an de li Ramellah hate li darxistin kir. Sala 2000-an, li Hewlêrê Komeleya Hevalbendiya Kurdî-Filistînî hate ragihandin**.

* Dr. Henna Isa rewşenbîr, lêkolîner û yasazanekî filistînî navdar e. Ew mamoste yê zanîngehê ye û ji xelkê bajarê Ramalla ye.   

** Beşê 2-n: Çend ji navdartirîn hoz û malbatên kurdan li Filistînê

                      

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin