”Destpêka her xwendinê destpêka jenosîda sipî ya çandî ye”

”Destpêka her xwendinê destpêka jenosîda sipî ya çandî ye”

Bi minasebeta destpêka sala xwendinê li Îranê Deftera Siyasî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK- Îran) daxuyanîyek weşand.

A+A-

Bi minasebeta destpêka sala xwendinê li Îranê Deftera Siyasî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK- Îran) daxuyanîyek weşand.  

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: ”
Li Îrana dagîrkirî ji aliyê desthilatdarên xwesepên û dijî azadî ve, zimanê dayîkê li piroseya xwendinê de hatiye qedexekirin û zarokên netewên zulmlêkirî û yek ji wan jî neteweya kurd bi zimanekê ku biyanî ye bi wan re, dibe piroseya xwendin û hînbûnê birêve bibin û eva jî destpêka jenosîda sipî ya çandî li Îranê de ye. Li rastî de sala nû ya hînbûnê, di heman demê de sala nû ya destpêkirina kuştina çand û zimanê neteweyan li Îranê de ye

Di daxuyanîyê de li ser sîstema perwerdeyê ya Îranê rawestîyaye û erkên mamosteyan anîye bîra wan ku dibêje; ”Mamostayên têgihîştî, zanistdost û mirovdost e ku berevajî waneyên Komara Îslamî, zarok û ciwanan bi perwerdeya îroyîn, hizra azadîxwazî û zanistperweriyê nasyar û bielimînin.

Lawên bi hest û mamostayên şoreşvan û xebatkar, erkek giran li vê derheqê de dikeve ser milê wan, ku ew jî, xwe li vekirina riyên mumkin bo hînbûn û xwendina bi zimanê dayîkî de dibîne, heya ku bi vî awayî him zimanê dayîkî ê xwe biparêzin û him jî li hember siyasetên şovenîstî ên rejîma desthilatdar û îdeolojiya hakim de derbikevin”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin