Desthilat û opozîsyona Tirkiyê li pey dengên Kurdan in

Desthilat û opozîsyona Tirkiyê li pey dengên Kurdan in

.

A+A-

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici dibêje, Pirsa Kurd pirsa temamê Tirkiyê ye û ew dê vê pirsê bi awayekî zelal û demokratîk li parlamentoyê çareser bikin. Şandeke wê partiyê niha li Bakurê Kurdistanê ye. Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ku biryar e di Hezîrana 2023an de bên kirin, siyasetvanên partiyên desthilat û opozîsyonê berê xwe dane parêzgehên Bakurê Kurdistanê lê heta niha jî bi temamî yekalî nebûye ka dê HDP piştevaniyê li Hevpeymaniya Millet bike yan na.

Şandeyeke bilind ya CHPê li bajarokê Artemêt a Wanê ye. Cîgirê Serokê CHPê roja 14ê Îlonê li hoteleke vî bajarokê bo rojnamevanan axivî û got, “Pirsa Kurd pirsa temamê Tirkiyê ye û bi awayekî zelal û demokratîk em ê li parlamentoyê çareser bikin.”

Şandeya CHPê bo zêdekirina dengên partiya xwe li Bakurê Kurdistanê geşteke çar rojan bo parêzgehên Wan, Colemêrg û Erzeromê destpêkiriye.

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici anî ziman, “Em li wan parêzgehên ku parlamenterên me nînin wek Agirî, Erzerom, Idir, Wan û Amedê kar dikin ku hemû jî parêzgehên mezin in.”

Heman rojê Serokwekîlê AKPê Numan Kurtulmuş li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû. Di civîna rêxistina partiya xwe de amaje bi wê yekê da ku AKP demokrat û reformxwaz e û êrîşî ser opozîsyonê kir.

Serokwekîlê AKPê Numan Kurtulmuş got, “Em dibêjin maseya 6 û partiyeke din lê her ku em vê yekê dibêjin aciz dibin, dibêjin na kes nîne. Madem wiha ye wê demê bila bêjin em qet ligel HDPê hevpeymaniyê nakin. Bêjin pêwîstiya me bi dengê HDPê nîne. HDP dem dem aciz dibe û mafdar e jî. Parlamenterekî HDPê li parlamentoyê got hun bi saya me li wan kursiyan rûniştine.”

CHP û IYI Partî ku ji partiyên sereke yên maseya 6 partî ne, di hilbijartinên 2019an de hevpeymana Millet pêk anîn û bi piştgiriya Kurdan û HDPê Stenbol û Enqere jî di nav de çend şaredariyê ji jêr desthilata AKPê derxistin.

Parlamentera HDPê Fatma Kurtulan anî ziman, “IYI Partî, ez ji we re dibêjim, ligel hebûna we ya hevpeymanê HDPê û ew kesên dilsozên PKKê dengên xwe dan we. Niha hûn bi dengên HDPê li ser wan kursiyan rûniştine. Bandora dengên HDPê li ser wê hevpeymaniya ku we ligel CHPê kiriye jî heye. Îja niha hûn çi dibêjin bo me?”

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê  ku biryar e Hezîrana 2023an bên kirin, siyasetvanên partiyên desthilat û opozîsyonê  berê xwe dane parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

Ji bo di wê hilbijartina bê de kerta Kurd bikarbînin hewlên xwe zêde kirine lê ne diyar e hilbijêrên Kurd vê carê hevsengiya siyasî ya li Tirkiyê bi kîjan alî ve biguherînin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin