Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Destê Tirkîyê, bi ketina Suriyê ji berê xurtir bû.

A+A-

Di rojên Kurd li ser desthilatê û parvekirina petrodolaran ketine pêsîrê hevûdin da, bi destûra serokê Federasyona Rusya’yê Vladîmîr Putîn Tirkîyê, tixûbê Suriyê bezand û xeta di navbera Cerablûs û Ezazê da dagir kir.

Hêj hewl dide, ku berve başûr va bizava artêşa xwe firehitr bike.

Pêywendiyên bezandina Tirkîyê ya tixûbê Suriyê bi rewşa siyasî ya nav xweyî va heye, lê ev ne mijara vê nivîsê ye.

Herweha, li rojavayê Kurdistanê jî rewşa siyasî aloz e, hezên asayîşê davêjin ser malbandên PDK-S û hinek berpirsyarên partiyên din, yên di nava ENKSê da û kadiroyên naskirî derdest dikin.

Eskerîya neçarî û sepandina karûbarê siyasî dibin sedema nakokîyên dijberane, ji ber vê dijberiya di navbera TevDem û ENSKê da gel jî ketiye nav dubendiyê.

Bi vekirî têt dîtin, ku hêzên asayîşê bi tûndî davêjin ser hinek derdorên ENKSê, lê ENKS jî serwerîya wê napejirîne, ew jî bes dike ku PYD/YPG û asayîş tedbîrên tûnd bistînin.

Bêşik, ew dijberî dike ku rewş aloztir bibe.

Ji “dost û dijminan”, herweha ji hemû hêzên Kurdî daxwaz hat kirin, ku TevDem û ENSK lihevbikin, lê mixabin PYD ji ya xwe daneket, ENKSê jî pêşwazîya serwerîya wê nekir.

Her du hêl jî li ser ya xwe bi israr in, lê gel zirarê dibine û paşeroj jî nedîyar dibe.

Metirsîyek din jî heye; hêj DAŞİ nehatiye paqişkirin, piştre naye pêşpinîkirin ku siyaseta rojavayê Kurdistan’ê dê tûşî geşedanek çawa bibe.

Paşeroj ne ronahî ye, îro Suriyê bûye navenda hevrikîya DYA û FRyê, qada şerê desthilata Rojhilata Navîn e.

Her çiqasî ne aşkere be jî, şerê herdu dêvên cîhanî li ser Suriyê ra berdewam e.

Hesabên demdêrêj tên kirin, divê Kurd balkêş bin ku di nav lêngan da nepelçiqin,

herdem rewşek nepayîn dikane rû bide.  

Ji ber vê dibetîyek (îhtimal) nedûr e, ku siyaseta rojavayê Kurdistan’ê rastî barûdoxek nepayîn bêt.

Ketina Tirkîyê li Suriyê mînakek sosret e, ku divê mirov li ser birame.

Berê Tirkîyê bikeve Suriyê, eger bigotana FRyê dê destûrê bide û ew jî dê tixûbê Suriyê bibezîne, gelo kê/kî bawer dikir?

Lê weha bû, barûdoxek nepayîn encam da.

Her çiqasî, ji Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA), hêzên hevpeyman peyamên hêvîdar tên bihîstin, lê paşê kes nizane dê çawa lê bêt.

DYA siyasetek duhêlî disepîne, naxwaze PYD wenda bike, herweha Tirkîyê jî endamê NATOyê ye.

Îhtimalek ne dûr e, ku FRyê bi pêşîvekirina Tirkîyê, bere DYA bide berbijorê, destê wê lawaz bike!

FRyê zûtirkê helwesta xwe guhert, taybetî piştê daxistina firoka şer, li dijî Tikîyê ji FRyê peyamên tûnd dihat bihîstin, lê paşê bi nameyekê ku hêj jî naveroka xwe bi zelalî ne dîyar e, rewş hat guhertin.

Bi daxistina firokê şer ya FRyê destê Tirkîyê gellekî lawaz bûbû, di krîza Suriyê da.

Rayedar, siyasetvan û întelektuelîya Tirk jî bi xemginî ew rastî qebûl dikirin.

Tenê di destê Tirkîyê da bicî kirina tanken topavêj nêzikî tixûbê Suriyê ma bû, daku rojane top davetin, hêj jî top avêtin berdewam e.

Lê paşê rewşek nepayîn qewimî, Tirkîya ku nikanibû firokê xwe li ser ezmanê Suriyê da bifirîne, kete Cerablûsê û heta Ezazê dagir kir.

 

Mebesta wê vekirî ye, ji xwe mûkir têt, ku mebest pêşîlêgirtina damezrandina herêmek Kurdî ye, li rojavayê Kurdistan’ê.

Ne pêkan e, ku Vladîmîr Putîn mebesta Tirkîyê ya derbarê rojavayê Kurdistan’ê da nizanibe, jixwe Tirkîyê bi aşkere rola dilîze.

Di civîna çapemeniyê da Putîn ji xwe mûkir hat û got, ku ew “ketina Suriyê bûyerek nepayîn nabîne”, di berdewamîya peyama xwe da dibêje ku ewê Tirkîyê bişopînin, daku “ ew tûşî rewşek nepayîn neyên, wezereta derva û serwîsên sixurî kare xwe dikin. Em mebestê dizanin…”

Eger weha be du îhtimal hene, yek ji vana FRyê mebesta Tirkîyê dizanibû û pêşîlêgirtina YPGê daxwaza wê jî bû, an Tirkîyê mebesta xwe aşkere jêre negot.”

Herdu jî dibin, lê bi ya min vebijarka yekem derdikeve pêş, gellek mînak hene ku FRyê berjewendiyên xwe daye ber her tiştî.

Piştê ketina Tirkîyê ya Suriyê, FRyê dibêje ci bila beje, êdî rewş ne wekî bere ye û bêyî Tirkîyê cıvînin çareserkirina krîza Suriyê saz nabin.

Destê Tirkîyê ji bere xurtir bû, ew jî di encama siyaseta FRyê da pêk hat.

Rewşa PYD jî ne wekî bere dibe, divê em jibîr nekin ku ji ber astengbûna Tirkîyê PYDê ne hatibû vexwendin, bona Civînên Cenevê’yê.

Bi ketina Suriyê, Tirkîyê dê li dijî PYD bêtir helwest bigre, ev jî nişana wê ye ku li ber PYDê ji berê bêhtir asteng dê hebin.

10.09.2016/Dusseldorf

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin