“Destê hinek kurdan di rêkeftina 'herêma aram' de heye”

“Destê hinek kurdan di rêkeftina 'herêma aram' de heye”

Hikûmeta Sûriyê derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya ji bo avakirina herêma aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de bertek nîşan da û ragihand, ew vê rêkeftina derbarê “herêma aram” de red dikin.

A+A-

Hikûmeta Sûriyê derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya ji bo avakirina herêma aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de bertek nîşan da û ragihand, ew vê rêkeftina derbarê “herêma aram” de red dikin.

 

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de, herdu welatên Amerîka û Tirkiye weke “welatên dagîrker” li nav axa Sûriyê bi nav kiriye û rêkeftina wan a derbarê damezrandina herêma aram li bakurê Sûriyê bi “tundî û reha” red dike.

 

Wezareta Derve ya Sûriyê, rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya ji bo pêkanîna herêma aram li bakurê Sûriyê , weke “binpêkirina serweriya Sûriyê” û herwiha “binpêkirina aşkere ya prensîpên yasaya navdewletî û mîsaqa Netewên Yekgirtî” bi nav kiriye.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku “ev rêkeftin hevbeşiya Amerîkî-Tirkî bo dijminatiya li gel Sûriyê nîşan dide” û tekez dike, “rêkeftin di berjewendiya dagîrkeriya Îsraîlê û temaiyên pawanxwazî yên Tirkiyê de ye.”

 

Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha bang li civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî dike ku “dijminatiya zelal a Amerîkî-Tirkî, ku geşedaneke metirîdar e û gef e bo ser aştî û seqamgîriya li herêmê û cîhanê, şermezar bikin û ji bo peydakirina çareseriyekê bo krîza Sûriyê hewlan bidin.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, beşek ji Kurdan di rêkeftina pêkanîna herêma aram de dest hebûne û wan weke dardestê dagîrkeran bi nav dike. Hikûmeta Sûriyê bang li wan aliyan dike û dibêje,“pêwîst e ew alî vegerin himbêza niştiman.”

 

Hikûmeta Sûriyê dibêje: “Hin aliyên Sûrî, ji hevwelatiyên Kurd ku dîtin û hişmendiya xwe ji dest dane û qebûl kirine ku amraz û hincetek bin ji bo vê projeya dijminkarî ya Amerîkî-Tirkî, di vê rewşa nû de berpirsatiya dîrokî dikeve ser milê wan û pêwîst e bi zûtirîn dem ji hesabên xwe vegerin û vegerin bo himbêza niştiman û li gel hemû sûriyan û artêşa erebî ya Sûrî, ji bo berevaniya li serweriya Komara Erebî ya Sûriyê û yekparçeiya erd û gelê wê, di refekê de rawestin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin