Destdirêjîya Tirkîyeyê wê bibe sedema trajedîyên nû

Destdirêjîya Tirkîyeyê wê bibe sedema trajedîyên nû

Em Piştgirên PAKê li Ewrûpayê bangî Yekîtîya Ewrûpa, Hêzên civaka cîhanî dikin ku bi tundî terorîzma Tirkîyeyê ya li hemberî kurdan rawestînin. Em bang dikin ku alîkarîya mirovahîyê bi lezgînî bigihîjin kesên sivîl ku di şer de aware bûne.

A+A-

PAK-Ewrûpa (Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa) li gelek welatên Ewrûpa bi zimanê Ewrûpî beyanek derxist balê kişand ser rewşa Efrînê ya îroyîn û ji Yekîtiya Ewrûpa û hêzên siyasî yên Ewrûpî daxwaziya rawestandina şer kir.

​Beyana PAK-Ewrûpa wek li jêr e: "

"Xelkê Afrînê 58 rojan bi canfîdayî li ber xwe da. Piştî 58 rojên bombebarankirinê Tirkîyeya ku yek ji welatê NATOyê ye, bi alîkarîya Daîşîyên berê ku nuha navê Hêzên Surîyeya Azad li xwe kirine, terorîstên cîhadîst ku ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve tên fînanse kirin, bi awayekî hovane Afrîn dagir kirin.

Piştî dagirkirina Afrînê, jîyan û rewşa bajêr bi temamî bû dojeh. Cîhadîstên xwînxwar, dest bi talan û wêrankirina bajêr dikin, destdirêjayîya malê xelkê dikin, sembolên çand û olên cuda hildiweşînin, êrîşî goristanê kurdan dikin. Bi darê zorê xelkê bajêr mecbûrî koçberîyê dikin. Dixwazin kurdan ji bajêr dûr bixin, nasnameya bajêr biguherînin.

Şerê Tirkîyeyê ya li dijî Efrînê, li dijî destûra Neteweyên Yekbûyî û hemû peymanên navneteweyî ye. Tirkîye li vê herêma tevlîhev, bêyî ku guh bide qanûn û destûrên navneteweyî bi serê xwe tevdigere. Digel biryara Encûmena Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbesta li seranserê Sûrîyeyê, ew di dagirkerîya xwe de berdewam e, herêmê bi şerên nuh tehdît dike.

Serokwezîrê Tirkîyeyê Erdogan îro di axaftina xwe de li ser pirsa ku wê Amerika ji Membicê derkeve an na, gef xwarin û got: ”Hodrî meydan! Ez mêran bibînim!”

Tirkîyeyê di van 58 rojan de, bê rawestan, rojane sûcên şerî kirîye û zêdeyî 500 kesî ji xelkên Afrînê hatine kuştin. Divê hêzên civaka cîhanî û Yekîtîya Ewrûpayê ji ber van kirinan bi tundî Tirkîyeyê şermezar bikin.

Rûsya û Îran ku aşkere piştgirîya terora dewleta Tirkîyeyê dikin, ew jî bi van kirinên xwe dibin şirîkê sûcê terora dewleta Tirkîyeyê.

Amerîka, Yekîtîya Ewrûpayê û hêzên civaka cîhanî li hember şerê Tirkîyeyê bêdeng man. Loma, ew jî berpirsîyarên vê felaketê û êşê ne.

Destdirêjîya Tirkîyeyê ya bajarên nû, li herêma ne ewle, wê bibe sedema trajedîyên nû û qurbanîyên sivîl.

Em Piştgirên PAKê li Ewrûpayê bangî Yekîtîya Ewrûpa, Hêzên civaka cîhanî dikin ku bi tundî terorîzma Tirkîyeyê ya li hemberî kurdan rawestînin.

Em bang dikin ku alîkarîya mirovahîyê bi lezgînî bigihîjin kesên sivîl ku di şer de aware bûne.

PAK- Ewrûpa

E- mail: [email protected]"

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin