Dest biserdegirtina 200 avahiyên bajarê Mehabadê ji aliyê hevwelatiyekî Tewrêzê

Dest biserdegirtina 200 avahiyên bajarê Mehabadê ji aliyê hevwelatiyekî Tewrêzê

.

A+A-

Ev çend rojin Hevwelatiyekî Tewrêzê yê azerîziman îdia dike ku 200 avahiyên li bajarê Mehabadê yê wî ne û divê bên vala kirin

Ev heyama dehkekê ye ku malbateke azerîziman yê xelkê bajarê Tewrêz bona dest bisedegirtin a 200 avahiyên xelkê Mehabadê hewlê dide û îdia dike ku ev 200 avahî yên wî ne û divê kêrêya wan 50 salên derbasbûyî jî bidin û herwisa divê bên vala kirin jî.

Pêka rapora nûçegihaniya Haje, di heyama çend rojên derbasbûyî de hejmarek welatiyên xelkê bajarê Mehabadê, ji berpirsên payebilind yên bajêr daxwazkirine da ku pêşî ji vê arîşeyê bigirin.

Herwisa welatiyên bajarê Mehabadê gotine ku hewl û nerazîbûnên wan bona çareseriya wê arîşeyê, serî li dozgeriya wî bajêr dane, lê heta niha ti bersivek nebûye.

Her di vê pêwendiyê de Celal Mehmûdzade bi nav nûnerê Mehabadê ji Nûçegihaniya Haje re daye diyarkirin ku, ew hevwelatiyê azerîziman ku îdaiya milkiyeta wa navahiyan dike, ew heyama 50 salan in ku li wan avahiyan de welatiyên Mehabadî rûniştî ne.

Herwisa navbirî sebeba bê encam bûna nerazîbûna xelkê Mehabadê li dozgeriya bajêr jî cudahîbûna du biryarî daye zanîn.

Mehmûdzade zêde jî kiriye, bidûreçûna welatiyên bajarê Mehabadê bi tenê, li hember tîma bihêza îdiaçiyên bajarê Tewrêzê di dozgeriyê de ti encamek tunabe.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin