Dest bi yekxistina yekîneyên 70 û 80 yên Pêşmerge dibe

Dest bi yekxistina yekîneyên 70 û 80 yên Pêşmerge dibe

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge ragihand, di çarçova proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge de, dest bi yekxistina her du yekîneyên 70 û 80 yên Pêşmerge dibe.

A+A-

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Salar Cebarî ragihand, biryarek ji Wezareta Pêşmerge heye, ku di çarçova projeya çaksaziyê de, her du hêzên Pêşmerge di çarçova Lîwayan de bibine yek.

Da zanîn jî, niha wê proseyê dest pê kiriye û hemû hêzên yekîîneyên 70 û 80 dibin yek û wek çawa di demên bûrî de 14 lîwayên hatine dirustkirin, ew jî dibin lîwa.

Malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser zarê wî berpirsê Pêşmerge belav kiriye, dibêje: “Niha ji hêzên Felek dest pê kirine û her sê Focên Perwerde û Rahênanê dest pê bûye û piştre dibin yek Lîwa.”

Lîwa Salar Cebarî dibêje: “Yekxistina tevahiya hêzên 70 û 80 dem pê pêwîst e, lê bi berdewamî kar ji bo tê kirin û qonax bi qonax berdewam dibe, ta tevahiya hêzên wan bibin yek. Hêza Pêşmerge jî bi tevahî di çarçoveya Lîwawayan de dibe yek hêz.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin