Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dervehiştina HDPê Derfetek e Divê Heder Nebe

A+A-

Wekî têt zanîn li Tirkiyeyê 24ê Pûşperê hilbijartina pêşwext heye, hilbijêr dê him ji bona serokkomar û him jî ji bona parlementoyê deng bide.

Heta îro du îtifaq hatin damezrandin û pênc partî jî bi serê xwe dê beşdarî hilbijartinê bibin, ji vana yek jî Partiya Demokratîka Gelan (HDP) e.

Herdu îtifaq jî ji HDPê dûr sekinîn.

Ger HDP şert û mercên Tirkiyeyê bi perspektîfeke konkret binirxîne û amarên xwe li ser îhtimalên piştî hilbijartinê bike, dê karibe vê derfetê baş bikar bîne.

 

Heftiyek berê li Amedê bi navê "Îtifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê" hatibû damezrandin û partiyên damezrêner di civîneke rojnamegerî de deklerasyonek li rayagiştî ragihandibûn.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî 12ê Gulanê ji bona Parlementoya Iraqê hilbijartin heye, ango 12ê Gulanê li Başûr û 24ê Pûşperê jî li Bakur hilbijartin têt encamdan, herdu jî ji bona paşeroja neteweya kurd girîng in.

Mixabin, li Başûrê Kurdistanê di qada siyasî de jevbelawelayiyek heye, di navbera partiyan de rikberiyek heye, heçkû hilbijartin ji bona parlementoya Iraqê ye diviyabû kurd bi yekdengî biçûna Bexdadê, ji ber ku hîna pareke mezin ji axa Kurdistanê hatiye dagirtin û hêviya çareseriyê gelek kêşeyên neteweyî heye

 

Em vegerin ser hilbijartina li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê; herdu îtifaqan, ango Îtifaqa Cumhur û Îtifaqa Millet berbijarên xwe ragihandibûn, Îtifaqa Cumhur serokkomarê îro R. Tayyip Erdogan, Îtifaqa Millet jî parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) Muharrem İnce ragihandibû.

Piştê van ragihandinan HDPê jî, hevserokêgiştîyê berê Selahattin Demirtaş ku îro nêzikî du salan e di girtîgeha Edirne de girtî ye ragihand.

Wekî têt zanîn di hilbijartina berê de Demirtaş dîsa berbijarê HDPê bû û di hiljartinê da ligel pareke hilbijêran xwînşîriniyek baş bi dest xistibû, di encamê de 3.958.103 deng û 9,78% deng stendibû.

 

Bêguman, Demirtaş kesekî ciwan û xwînşîrin e, herwiha pareke berbiçav ji rayagiştiya Tirkîyeyê bawer e ku neheqî li wî têt kirin û kesekî mexdûr e û dîsa, hêvî heye ku ji berê bêhtir deng bistîne.

Her çiqasî ez li siyaseta wî, bi taybetî siyaseta “Em ê te nekin serok” ne razî me jî, ji ber ku piştî hilbijartina sala 2014an li Bakurê Kurdistanê her tişt serobino bû, lê dîsa jî ez ê piştevaniya wî bikim û bawer im piraniya kesên kurd wekî min difikirin.

 

Biryara HDP wekî biryareke hestî dixuye, ger tiştin hene li rayagiştî nehatibin eşkerekirin bêguman ev ne tê de.

“Kurd neteweyekî hestî ye”, ev gotin rast e, lê di siyasete de hestiyarî nabe.

Ez naxwazim gengeşî bikim, HDP ji derveyî îtifaqan ma û Selahattin Demirtaş berbijarê partiyê ye, êdî gengeşî nabe.

Hinek kes û derdor dervemayîn, an jî ji dervehiştina HDP nerehet in, heta hinek kes xwe diqehrînin û “hêrsokî” dibin.

Bi baweriya min ev xelet difikirin, weha dixuye ku lixwenebawer in, lixwebaweriya wana qels e, êdî pêdiviya siyaseta Bakurê Kurdistanê bi perûbaskên partiyekê, an îtifaqekeke Enqereyî tune ye, berê hebû lê êdî biper e, bi mercê ku HDP bi erênî xwe nêzikî Îtifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê bike.

Berovajî, di nava îtifaqên Enqereyî de cihnegirtina HDPê dikare bi xwe re encamek erênî û serketinekê bîne.

 

Ewil, wekî di nivîsên bihurî de jî min ameje pê kiribû, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hêza kurdan berz dibe, him berbijêrên tûra duyem û him jî rayagiştiya Tirkiyeyê hay jê vê hêzê dibin.

Hêvî heye ku encamek wiha dê helwesta dewletê û famkirina rayagiştiya Tirk di bergeha erênî de biguhere û derfeta destpêkirina proseya çareserkirinê ya kêşeya Bakurê Kurdistanê  rû bide.

Bêguman, hêla herê girîng jî rayagiştîya bakurê Kurdistanê hêza xwe dibîne û lixwebaweriya civatê bilind dibe.

 

Di hêla din de, sala têt hilbijartinên şaredarî û herêmî birêve diçin, bila kesên peywendîdar jibîr nekin ku serketina hilbijartina 24ê Pûşperê dê rêya serketina hilbijartina Adara sala têt ji îro ve veke, ango bi gotineke din, ger di navbera partiyên Kurdistanî de îro îtifaq û serketin nebe hilbijartina Adara sala têt dikeve ber xeterê.

 

Bi encam wiha  baş bû, lê bes divê HDP, rewşê rast binirxîne û bi Îtifaqa Kudistanî ya ji bo Hilbijartinê, Partiya Maf û Azadîyê (HAKPAR) û Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) ve bikeve nava hevkariyê û bi hev re “eniyek”, “îtifaqek” bêt damezrandin, rojek berî rojekê li seranserê Bakurê Kurdistanê û herweha li metrepolên Tirkiyeyê dest bi karekî çalak bêt kirin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin