Dermanên sexte yê penceşêrê hatin desteserkirin

Dermanên sexte yê penceşêrê hatin desteserkirin

Komîteya Çavdêrî û Kontrola Dermanan dest datîne ser dermanekî sexte ku li parêzgeha Hewlêrê tê dirustkirin û dest datîne ser dermanên sexte ku ji Îranê derbasî bajarê Silêmanîyê bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Komîta Çavdêrî û Kontrola Dermanan Dr. Hêja Enwer ragihand, li baxçeyeke ser rîya Hewlêr – Selahedîn dermanekî sexte yê penceşêrê tê dirustkirin û ti bingeheke wê ya zanistî nîn e û bi nirxê (900 - 1000) dolaran bo nexweşên penceşêrê tê firotin.

Dr. Hêja Enwer got: “Hewl didin bizanin kî li pişt dirustkirina wî dermanî ye û kê ew anîye Herêma Kurdistanê ye. “

Herwiha Dr. Hêja Enwer da zanîn jî, du barhilgir ji dermanên sexte ji Îranê derbasî bajarê Silêmanîyê bûye û bo Hewlêrê tê şandin û li rêbenda dîgele dest li ser wê hatîye danîn.

Serokê Komîta Çavdêrî û Kontrola Derman got, divê welatî hişyar bin û di rîya tora civakî re dermanên qelebûn û lawazbûnê nekirin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin