Derketina termê enfalbûyan, çalakvanên doza jenosoidê xist tevgerê!

Derketina termê enfalbûyan, çalakvanên doza jenosoidê xist tevgerê!

Hat pesend kirin ku kesên di wan komên gorî de ne xelkên sînorî Germîyanê ne

A+A-

Piştî derketina termê enfalbûyên Germiyanê li başûrê Iraqê û aşkera bûna nasnameyên wan ku xelkê sînorê Germiyanê ne û li hember vê yekê îdareya navçeyê ne şîn ragehand, ne jî daxuyaniyek vê derbarê de belav kir û ev yek jî bû sedemê rêxistinên kar li ser jenosoidê û enfalê dikin nerazîbûnê li hember vê yêkê nîşan bidin.


Damezrînêrê rêxistina Çavdêriya Çwarî ya taybet bo doza jenosoidê Fetah Tenya îro 24.07.2019ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin piştî ku duh li çolên başûrê Iraqê û li parêzgeha Semawe di deme vedana yek ji gorên komî de derket ku nêzîkî 80 zarok û jinên Germiyanî têdebûn, ev bi rastî jî nûçeyekî ku xelkê Kurdistanê ji dil hejand bû.’’
Herwaha got: ‘’Derketina nasnameya enfalbûyên ku xelkê Germiyanê ne, ew jî li gor gotinên berpirsên wezareta şehîdan û enfalbûyan a hikûmetê herêmê, em li bendê bûn îdareya Germiyanê şîn hatiba ragehandin, heta tenê daxuyaniyek jî derbarê nasnameya enfalbûyan nedan.’’


Newzad Mihemed jî wek bicîh mayekî enfalê tê naskirin ji BasNewsê re got: ‘’Li ser her babetekî partîcîtiyê û desthilata navçeyê û projeyekî temam nekirî û ji bo xwe derxistina pêş berpirsên navçeyê amadene daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê li ser nasnameya termê enfalbûyan bêdeng man.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin