Deriyê Kelha Kolikê piştî 17 salan ji geştyaran re hat vekirin

Deriyê Kelha Kolikê piştî 17 salan ji geştyaran re hat vekirin

.

A+A-

Keleha Kolikê ya li Semsûra Bakurê Kurdistanê  ku di serdema Şaristaniya Kommageneyê de li ser girekî bilind hatiye çêkirin, piştî 17 salan cardin ji bo geştyaran hat vekirin.

Dîroka avakirina Keleha Kolikê bi zelalî nayê zanîn lê li gor hinek çavkaniyan bo berî miladê sedsala duyemîn vedigere.

 Kelhê ji ber kar û xebatên nûjenkirinê  ji sala 2005ê ve bo serdana geştiyaran girtî bû, lê niha  piştî 17 salan  careke din  bo serdana geştiyaran hatiye vekirin.

Rêveberê Muzexaneyê li Semsûrê Mehmet Alkan got: “Di sala 2005ê de ji ber baranbarînê li vir cihek hilweşiya, piştî vê jî metirsiya ewlehiyê hebû û em neçar man ku kelehê ji ber ewlehiya geştiyaran girtî bihêlin.  Ji ber ku ev 17 sal bû keleh girtî bû, geştiyaran hertim digot ev keleh dê kingî bê vekirin, me jî niha hemû tedbîrên ewlehiyê wergirtine û keleh vekiriye. Em li benda hemû geştiyarên navxwe û derve ne ku bên û keleha me bibînin.”

Di hindirê kehelê de, sûk, mizgeft, girtîgeh û şûnwarên cuda hene. Beşek ji geştiyarên biyanî di salên borî de  bo serdana kelehê ji welatên cuda dihatin navçeyê , lê ji ber ku girtîbû bêyî ku hindirê kelehê bibînin  vedigeriyan. Lê niha kêfxweşin ku careke din  bo serdana wan hatiye vekirin.

Geştiyara Awustiralî Susanne Kalla dibêje: “Ez 3 sal berê hatim wê demê geleh girtîbû, min ji derve wêneyek girt min xwest ez bikevim hindirê kelehê lê derfet çênebû. Ji ber wê jî ez gelek li bendê ma, lê niha ez xwe weke miroveke gelek bi şens hîs dikim. Ez miroveke gerok im, Ez li gelek cih û  kelehan geriyame, lê bi nêrîna min ev kelha herî xweşik a cîhanê ye.”

Kelhê ji bilî şaristaniya Komagene, di serdema Roma, Bîzans û Melûkiyan de jî hatiye bikaranîn û  bermayiyên her yek ji wan şaristaniyan di nav kelehê de hene. Rayedarên navçeyê dibêjin vekirina kelehê dê sûdeke mezin bigihîne  sektora geştiyariya navçeyê û  hatina   geştiyaran  zêdetir bike. 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin