Deriyê DIAYDERê hatiye mohrkirin

Deriyê DIAYDERê hatiye mohrkirin

.

A+A-

Deriyê DÎAYDERa ku ji ber xutbeya bi kurdî derbarê wê de doz hatibû vekirin, hatiye mohrkirin.

 Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiye kar û xebatên olî dikirin, bi hinceta ku bi Kurdî xutbe daye hat girtin.

Derbarê Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) bi hinceta dayîna xutbeyên Kurdî û çend çalakiyên olî doz hatibû vekirin û di rûniştina dozê ya di 28ê Hezîrana borî de Dadgeha Stenbolê biryara rawestandina karû û xebatên wê komaleyê dabû.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiye de belavbûne îro 22ê Temûza 2022ê hejmareke hêzên ewlekariya Tirkiye çûne avahiya Komeleya navborî ya li navçeye Şirînevler û deriyê wê mohrkirine û girtine.

Di doza Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) de 4 jê girtî 23 melayên di komeleyê de  endam tên darizandin.

Komele bi çi dihat tohmetkirin?

Îdianameya ku ji bo DIAYDERê amade kirine, 35 rûpel in û tê de îdia kirine ku komele li gorî daxwazên sîstema KCKYê ava bûye û kar dike. 

Rapirsiya derbarê pirsgirêka kurdan a di malpera komeleyê, daxuyaniyên ku ji sala 2013an û heta niha dane çapemeniyê û çalakiyên ku endamên wê beşdar bûne, weke tawan li wan dikin. 

Hatiye îdiakirin ku komele, kartên alîkariyê yên dem û dezgehên dewletê dane wan, bi awayekî birêkûpêk dane endamên rêxistinê. 

Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo Mehmet I. yek ji bersûcên navê wî di îdianameyê de derbas dibe, li IBByê dest bi kar bike, rêveberiya DIAYDERê bûne referans û tevlî wî hin kesên din bi pêşkêşiya komeleyê ketine kar.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin