Derewa mezin a DAIŞê li ser mûzeya Mûsilê eşkere bû

Derewa mezin a DAIŞê li ser mûzeya Mûsilê eşkere bû

Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî, dereweke mezin a DAIŞê li ser mûzeya Mûsilê de eşkere kir û ragihand, tenê 2 eserên kevnar ên mûzeya Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatine şikandin, 7ên din hatine dizîn!

A+A-

Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî, dereweke mezin a DAIŞê li ser mûzeya Mûsilê de eşkere kir û ragihand, tenê 2 eserên kevnar ên mûzeya Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatine şikandin, 7ên din hatine dizîn!
 

DAIŞê îro vîdyoya şikandin û wêrankirina peyker û tiştên kevnar ên mûzeya Arkeolojîk a Mûsilê belav kir. Di vîdyoyê de komek çekdarên DAIŞê peyker û tiştên kevar ên di nav mûzeyê de dişkênin.

Lê Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî, ku piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve li bajarê Hewlêrê dijî, ji Rûdawê re got, tenê du eserên kevnar ên rast hatine şikandin.

Esîl Nucêfî eşkere kir ku eserên din ên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine şikandin hemû “sexte” ne lê 7 peyker û eserên kevnarên din nayên dîtin.

Nucêfî ji bo ku nîşan bide îdiaya wî ya sextebûna wan eseran rast e, got, sala 2003ê parçe û eserên kevnar ên mûzeya Mûsilê bo Bexdayê hatibûn veguhestin, tenê du eser mabûn ku ew jî ji aliyê DAIŞê ve hatin şikandin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin