Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dereng be jî Erdogan û AKPê dê encamên dijberîya Kurdan fam bikin

A+A-

Dereng be jî Erdogan û AKPê dê encamên dijberîya Kurdan fam bikin

Di nivîsa berê vê da min, behsa çar pîvanan kiribû, (https://mahmutkilincblog.wordpress.com/2017/02/14/kijan-jecetirditin-ere-na-an-boykot/  ku di deng avêtina rapirsînê da alîkarê biryara me bibin.

Vêcarê ez dixwazim behsa rewşek din bikim, bi bawerîya min ew jî gellekî girîng e.

Berê behskirina vê rewşê  min divê du çespandinan bikim, ku ewan temamen şîroveyên min in, neku li ser agahdariyekê ye, naxêr encama peyam û axaftinên rayedarên AKPê û MHPê ye.

Pirsek heye, gellek caran bawerim we jî dê bîhisti be, têt pirsin ku gelo, “çi qewimî ku MHP û taybetî serokê vê partîya nijadperest dev ji rikeberîya (muxalefet) tûnd berda û dest bi piştevanîyê kir?

Heçkû, em dizanin, serokê vê partiye rikeberîyek tûnd dikir û heta carinan, ji tixûbê rikeberiyê derbasdibû, bi şêwekî dijmintîyê li dijî R. Tayyip Erdogan û AKP bi dengekî bilind diaxifîya, diqirîya.

Weha dixuye ku Dewlet Bahçeli û kadiroyên wî jî li ser rastîya siyaset, keseyatî, peywendî û giyana Erdogan sekinin, bi hinek agahdariyen xwe va rewşa wî nirxandin.

Du encam jê derketin pêş,  li ser vana MHP û Bahçeli biryara xwe dan.

Yek ji vana, wekî gellek kesan wana jî bi vekirî dît ku bona sîstema seroktîyê Erdogan dikane xwe bike her qalibî, dikane bi her partiye va hevkariyê bike, divê pêşî lê bêt girtin ku dûrî Kurdan û HDPê bisekine.

Bi ya wana, hevkarîya Erdogan bi Kurdan û HDPê va yekser qetbûna Tirkîyê ye!

Her çiqas, HDP xwe wekî partiyekî turkîyeyî dide zanin jî, rayagitîya neteweperest, nasyonalist, çepgirên neteweperest, nijadperest û muhafizekarên Tirk ti cara bawerîya xwe pê neanîn, layê çepên Tirk yê vê partîyê nedîtin, jidilbûna wê bawernekir, her dem partîyekî hevalbendê PKKê û parçekerekî Tirkîye’yê dîtin û Bahçeli û MHPê astengkirina peywendiyên di navbera AKPê û HDPê da bona xwe peywirek neteweyî dît.

Çespandina din, hestyarî û pragmatîzma Erdogan e, gellek caran rojek jî li ser peyamên wî ra derbas nabe, bi paşve gav davê, pirr bi hêsayî peyamek berevajî yê bere dide.

Helwestek weha bona wî ne xwem e, mînaka dawî “Operasyona Babê” bû, roja ewil “operasyon” diqedîya, roja din Raqqa’yê kir amanc!

Erdogan mirovekî ne tene hestyar e, herweha hêj di bîr û boçûnên wî da qalibên îdeolojîk serdest in, wekî bi zindîya 30-40 salî berê ne.

Di hela din da, MHP partîyekî mîsyonî ye, jexin demên kaosî ne pêkan e, ku ew partî li Tirkîye’yê bibe desthilat an, parek ji desthilatê.

Carek din dewrek wekî dawîya salên nodî nayen û Dewlet Bahçeli jî nêzikî dawîya umre xwe dibe.

Herweha, kadiroyek teng derûdorê wî girtîye, hemû jî kesên navsal in û di dahûtîya Tirkîye’yê da ew jî tine ne, çima di encama şiriktîya AKPê da û di çend salên dawîya umre xwe da nebin layek ji deshilatê?

Ango, bi vê gerwerzîya (manewra) siyasî Dewlet Bahçeli bona ku Erdogan rast û çep nezivir e derûdorên wî asêkir û him jî bona xwe û kadiroyekî biçûk derfeta desthilatê afirand.

Eger encama rapirsînê wekî ew hêvî dikin “ERÊ” derkeve, ev dibe serketin bona Bahçeli û hevkarîya herdu partîyan dê hêj bihêztir bibe.

Herweha, piştê pejirandina rapirsînê, wekî derdorên AKPyî jî dibêjin, eger pêvejoyekî “reformist” dest pê bike, wisa zanibin ku her guhertin dê bi erêkirina Bahçeli encam bigre, muhra wî dê li ser naveroka hemû guhertinan be.

Wateya vê bona me Kurdan ne hewceyê vebêjê ye.

Na eger rapirsîn biser nekeve, ev hevkarî û şêriktî dê tiva bêt, herdu partî dê carek din vekişên sengerên xwe yên siyasî.

Bi serneketina rapirsînê va bêşik, dewrek nû dê dest pê bike û taybetî, AKPê dê li ser siyaseta xwe raweste, ne dûr e ku derîyê peywendîyên nû jî vebin.

Encamek weha bona Tevgera Siyasîya Kurdistan’ê (bon her çar parçeyan) girîng e, ji ber ku rewşa siyasî û eskerîya Tirkîye’yê dê bêt guhertin û ew jî dê rengê peywendiyên nû biafirîne.

Jixwe, siyaseta AKPê ya piştê 7î pûşberê (hezîran) sala 2015an xelet bû, ti destketiyên Erdogan û vê partiye bi dijberîya Kurdan nabin, dereng be jî ew rastî dê bêt famkirin, lê belê ewil divê encama rapirsînê NA be.

16.02.2017/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin