"Derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye"

"Derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye"

Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê bersiva Sererkanê Îranê da: "Ev destwerdaneka eşkere ye li karûbarên navxwe ya Kurdistanê "

A+A-

Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê bersiv da daxuyaniya Sererkanê Hêzên Çekdarên Îranê ku “Li gorî nûçeyekê Ajansa Tesnîm a Îranê, Sererkanê Îranê Baqirî derbarê giştprisiya 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê de gotiye, qet nabe giştpirsiyeke wiha were kirin.”

Li gorî rûdawê; Wezareta Pêşmerge di bersivê de diyar kiriye: “Ew ji vir ji hemû aliyan re radigihînin, ku derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere li karûbarên navxwe yê Kurdistanê tê hejmarkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Giştprisî mafekî rewa û siruştî yê gelê Kurdistanê ye û ji xeynî gelê Kurdistanê, mafê ti kesên din nîne li ser biaxive.”

Sererkanê Îranê Mihemedhisên Baqirî serdana Tirkiyê kiribû û li wê vê beyanê dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin