Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin   

Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin  

.

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Parlamenterê berê yê CHP’ê Fîkrî Saglar de lêpirsîna "şarpeyê" da destpêkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Parlamenterê CHP’ê yê berê Fîkrî Saglar de ji sûcê “Navtêdanê kîn û dijminatiyê li xelkê kiriye û xelkê biçûk xistiye” lêpirsîna resen da destpêkirin. Dozgeriyê darberê lêpirsînê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ji ber axaftina Saglar a têkildarî şarpeyê lêpirsîn dest pê kiriye. 
 
Fîkrî Saglar di 30’ê kanûna 2020’an de di bernameyek televîzyonê de gotibû “Dema ez biçim miqabilî dadgerek bi şarpe di mijara parastina edaletê de gumanên min hene.”
 
Piştî vê axaftina Saglar mijara şarpeyê di rojevê de deng vedaye û nîqaşên li ser vê yekê didomin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin