Mûsa Em

Mûsa Em

Hemû nivîsên nivîskar >

Deniz Gezmiṣ û qehremanî

A+A-

Di van rojan de, gelek nivis derheqé Deniz Gezmiṣ û hevalén wî, li sosyal medyayé de hatin belavkirin. Di van nivisan de pesn û methé van té kirin û mîna qehramanan, mîna sembolén kurdan li wan xwedî té derketin.

Deniz Gezmiṣ û hevalén wî, ji bo soreṣé Tirkîyé tekoṣîn kirine, û li ser vî réyé cané xwe dane.

Ji kîjan welatî dibe bira bibe, ji bo kesayetén ûsa, dema ku behsé wan were kirin, mîrov bi hurmet bibîr tîne. Vaya tiṣtekî normal û însanî ye. Lé dema hedef kurd, û propaganda mîna qanpanya û întensîv bibe, û vaya pir caran, sîstematîk, bi plankirî were kirin, wé çaxé li vir armancek û nîyetek diné heye.

Çepén tirkan û serokén PKK, Deniz Gezmiṣ, Nazim Hikmet û ṣexisé mîna van, gelek caran tînin rojevé. Vaya tesadufî an jî, ji hezkiriné vana nayé.  Ew qas mezin kirin û aktuel kirinén van ṣexsan de, armancek û rojevek veṣartî heye. Dixwazin li mejî û li ṣûûré kurdan de vîya baṣ bikolin ku, ”vana qehremanén wene, sembolén, û idéalén wene. Vana xerîbé we nînin. Xelasbûyiné we, ewé bi ideolojî yé wan bé”.

 Dîsa bi vê armancé, péṣîyé Yalçin Kuçuk, Dogu Perinçek û ṣexsîyetén mîna vana ajotin meydané, dema ku vana deṣifre bûn, îcar hinek serok, sîyasetvan û ”qehremanén” dinan derxistin péṣîyé. Bi vî nîyetî, van tirkan kirin qilawûz û réberé me kurdan.  Vana ji xwe ji kurdan zidetir ”kurd” dan nîṣandan. Li civînén navdewletî de kurdan temsîl kirin. Li qongreyan da, li nav civînén Yekitîyé Avrupa yé de, bi navé kurdan xeber dan. Bi navé kurdan, liser kurdan û li ser péṣerojé wan biryar dan. Bi vî helwestén xwe, vana doza welatbûyin û dewlet bûyiné, kirin Turkîyelî bûyéné. Û kurdan ji kurd bûyiné, û ji Kurdîstanî bûyinè dûr xistin.

 Bi vî polîtîka yé xwe ve, heta derecekî jî bi serketin. Li Bakur, li Rojava û li Ṣengalè filamayén, panqartén û afîṣén van ṣexsanan hatin hildan û daliqandin. Va zîhnîyet û rewṣ ew qas bela bû, mixabin gelek kurdén welatperwer, nîyet baṣ û saf jî, ji vî armancan re, bé ku bizanibin xîzmetén çi, û yé kê dikin, bé helwestek kirîtîk û rexne, vîya rast dibînin, û ji dil propagandayén ṣexsin usa dikin.

Mijar li vir, ṣaṣbûyina ṣerén li bajéran nîne. Li vir fokus û balé bes dixwazim biksînim ser hinek qehremanén welaté me. Mehrûmén me. Ji bo çi dibe bira bibe, ew xortén Cizirî, Amedî, Nuseybînî, Ferqînî û ji bajérén dina, li kolanan, li erdzemînan, li ser çîyan û li girtîgehan, bi mérxasî û qehramanî, çûn ṣer û mirin. Dîsa li Baṣûr û li Rojava, bi sedan xortén delal û qehreman, bé ṣik û bé gûman, ji bo welat û azadîyé, xwe feda kirin.

Dema mîrov, ṣert, merc, amanc û doza van mirxasén qehremanan digre ber çavan, vana ji bo me kurdan péwist bû sed carî li péṣîyé Deniz Gezmiṣ û Nazim Hikmet bihata. (Li vir mîna mîrov nabéjim, mîrov giṣ yek in).

Mîna kurd, réxistin, partî û ṣexis berpisyarîyekî me yé pir mezin heye, em li van qehremanén xwe re, ji dîroké xwe re, û ji doza wanre xwedî derkevin. Keda wan, fedakarîya wan, bîr û bawerî ya wan bidin jîyandin. Ew hévî û hebûna welaté mene, serbilindî, rûmet û dîroké mene, welaté me, bi saya wan li ser ningan maye, û dikare bimîne.

Tu car mantiqé van helwestan ji bo çéyîyé netewe yé me, dikare hebe, em doralîyé xwe mézekin, û li jîyané xwe yé nav civaté bifikirin!

We qet dîtîye, an jî bihîstîye, demokrat, çep an jî komunîstén tirkan, navén serok an jî qehremanén Kurdîstané li bajéran xwe, li civînan, an jî li kongreyén xwe de, li ser flamayén, li ser panqartén, an jî li ser afîṣén xwe nivisandine û gerandine, pesn û methé wana dane, wana ji xwe re mîna sembolén xwe dîtine.

Em carekî dev ji vê xeyal û hévîyén pûç berdin, vana serok û qehremanén mé biçûk dîtine û dibînin, ji wan re çéran dikin, ji wan re feodal, yobaz û terorîst dibéjin.

Ev dujmintî bes li hemberé serokén me tené nîne, li hemberé ala me, zimané me, çande û hebûna me ye jî.

Ew helwest û kirinén tirkan, çawa dibe mejîyé me zelal, û me hiṣyar nake!

Bi deh hezaran niviskar, bi sedan qanalén telewîzyonén tirkan behsa van ”qehremanan”, çand û dîroké wan bi zimané wan dike.

Lé çîyé kurda heye, û em çi dikin?

Psikolojîyekî me yé xerîb û ecép heye. Em ji kurd bûyin, ji ziman û ji dîroké xwe ṣerm dikin. Ji bo ku, em ji tirkan re xwe ṣérin bidin xwuya kirin, tiṣtén ku nemaye em dikin. Dema ku em mesafe dixin navbera xwe û adetén kurdan, û ji kurdbûyiné xwe dûr dixin, wé çaxé em xwe hîn moderntir, nazîktir, nermtir û sempatîktir dibînin.

Ji boy vî, pir tiṣt dikare were gotin, lè li vir bes dixwazim behsé yek mînakekî bikim:

Trajedî, édî bûye jîyanè kurdan, lé Selahettin Demirtaṣ, trajedîyén kurdan ji xwe re xem nake, dîsa li çîroké xwe yé herî dawî de, li ser trajedîyé ereban disekine.

Heta niha bi dehan zarok û xortén kurdan li Derya ya Sipî xeniqîn, heyf û guneyé dinyé, ji xeniqîna Alan Kurdî re hat, suret û wéneyè wî bû sembolè koçbûyin û penebarbûyiné.

Lé xeniqîna zarok û xortén kurdan, qet Selahattin Demirtaṣ eleqeder nekir, û nake, dîsa behsa xeniqandina keçekî ereb dike.

Dema Selahettin Demîrtas li ser trajedîya zarok û xortèn kurdan binivsîne, wé çaxé ewé bibe ”îlkel mîllîyetçî”. Demirtaṣ nikare vî ”leke û muhiré” qebûl bike, ji bo ku ew xwe seroké tirkan û ”kurdan” dihesibîne.

Ji bo ci em usa ne, sedemé ew ruhîyeté meyé xerîb çî ye?

Kar, xebat û tekoṣiné me, ji bo berjewendîyé kî ye?

Dema me bersîve van pirsan dît û feem kir, guhartinek li ba xwe, û li réxistinén xwe de çékir, wé demé, em li ser réyek rast in…  

11.05.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin