• Diyarbakır 10 °C
  • Batman 11 °C
  • Hakkari 7 °C
  • Şırnak 10 °C
  • Ağrı 4 °C

Dengdana Referanduma Başûr 23ê Îlonê dest pê dike

Dengdana Referanduma Başûr 23ê Îlonê dest pê dike
3 500 000 hilbijêr roja 25ê Îlonê ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên li derveyî îdareya Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe?” dengê xwe bidin.

Roja 25ê Îlonê li seranserê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê referandun pêk tê. Lê ji bo hêzên pêşmerge, asayîş, polîs, kesên girtî û nexweş dengdan 23-24ê îlonê ye. Tê texmînkirin di nabvera 3 300 000 – 3 500 000 hilbijêr hene

Roja 25ê Îlonê saet 08.00ê sibê heta 18.00ê êvarê hemwelatîyê Kurdistanê herin ser sindoqan û dengê xwe ji bo vê pirsê bidin: “Gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên li derveyî îdareya Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe?”

Kartên dengdanê jî bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Suryanî ye.

Li gor agahdarîyên Şêrwan Zirar daye Rûdawê wê li seranserê Başûrê Kurdistanê 12 hezar bingehên dengdanê bêne danîn û ew jî bi awayê ku 7 hezar bingehên dengdanê li herçar parêzgehên Başûrê Kurdistanê, 5 hezar bingeh jî li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bêne danîn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê bi rêya sîstema elektronîkî ve rê dide Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, dengên xwe bikar bînin. Biryare di nava 30 rojan de amadekariyên vê sîstemê bidawî bibin. Çapkirina navên hilbijêran 1ê Îlonê heta roja 7ê Îlonê be.

 Li gor agahdarîyên Biryarderê Civata Komîsyonê Îsmaîl Xurmalî “Kurdistaniyên li derveyî welat dikarin navên xwe bi awayekî online tomar bikin. Divê hemwelatî ji karta nîştîmanî, pasaport, rêgezname an jî nasnameya bare şaristanî tenê du belgeyan nîşan bidin. Piştî ku navê xwe tomar kir, hemwelatî dikare here nava sîstemê û lê binere. Roja dengdanê jî dikare bi sîstema elektronîkî dengê xwe bide.

Ji bo di dengdanê de hîle nebe murekebek taybetî hatiye amadekirin.

20839440_577180739339249_1429853185_n.jpg

Ev nûçe 1017 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din