Dengbêj Mehmûd Qizil çû ser dilovaniya xwe

Dengbêj Mehmûd Qizil çû ser dilovaniya xwe

Dengbêjê navdar Mehmûd Qizilê ku di sala 1939an de li bajarokê Farqînê ji dayik bûbû ji ber nexweşîna dilî, di 79 saliya xwe de li bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwe.

A+A-

Binevşa Narîn û Cembeliyê Mirê Hekkarî, Îbo Begê Pasînî, Ciwaniyê û Nazewicim bi dengê wî li çar aliyê cîhanê belav bû, Mehmûd Qizil ew kes bû ku di sala 1965 an de cara pêşîn plaka bi Kurdî derxistibû û her wiha di temenê xwe de bi 53 plakên Kurdî  piştî Eyşe Şan û Huseynê Farê bi salan di dîwanxaneyên Bakurê Kurdistanê de dengbêjî kir.

 

Qizil evîndarekî  bajarê Amedê bû; lê piştî şerê nav taxa Sûrê wî ji navenda bajêr koç kir û mala xwe bir gundê Çolaxan ê ser bajêr, dengbêjê navdar ev 3 sal bûn ku êdî nedikariya stranan bêje û li gundê Çolaxan bi zarok û neviyên xwe re wext derbas dikir.

 

Mehmûd Qizilê ku di sala 1939 an de li bajaroka Farqîna Amedê ji dayik bûbû ji ber nasaxiya xwe ya dil li bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwe. Koça Mehmûd Qizil di serî de li bajarê Amedê di nav hemû Kurdên cîhanê de xemgîneyeke mezin peyda kir.

 

Fîçerek Ligel Dengbêjê Navdar Mehmûd Qizil

 

Mehmûd Qizil ew kes e ku di salên 60î de plaka Kurdî a ewil wî çêkir,ew dem bi Kurdî fîkînî jî qedexe bû; lê Mehmûd Qizil bi camêrî derket û got ezê bi zimanê dayika xwe bistirêm.

 

Mehmûd Qizil di salên borî de ji bilî stranbêjiyê mamostetiya hunerî jî dikir, ew dibêje ku Eyşe Şan berê bi Tirkî stranan digot, lê min rê li ber vekir da ku ew mêla xwe bide ser Kurdiyê.

 

Şexsiyetên navdar, buyerên civakî, neheqiyê ku li miletê Kurd dibûn ev hemû babetên Mehmûıd Qizil bû ku li ser wana strana çêdikir , ango Mehmûd Qizil ne tenê Stranbêjew di heman demê de rexnegirê Civakê bû.

 

Di jiyana xwe de Mehmûd Qizil, 174 plakan çêkir, lê stran û awazên ku wî dê civatan de çêkiriye û gotiye ew jî hejmara wan nizane her wisa bi dehan helbest û awazên wî hatine dizîn û li zimanê Tirkiyê hatiye wergerandin.

 

Mehmûd Qizil dîwana wî ji mêvanan vala nedibû, gundiyan xwe li dîwana wî digirt û guh didan şîret û tembiyên wî.

 

Mehmûd Qizil dibêje ku dewra me bihurî, niha dor dora keç û xortan e, lê divê ku Kurd Hunermendên xwe yê kedkar jî ji bîr nekin.

 

Weke Mehmûd Qizil bi sedan Dengbêj û hunermendên di dewra xwe de navdar îro bi tenê ne û  sebra xwe bi demên borî tînin nifşên nû gelek ji wana nas nakin û ev yek ji aliyê Civaknasan wek metirsiyeke têyî dîtin, ji ber ku doh çû îro dê here lê nifşên nû yên siba ne, wek Seydayê Ehmedê Xanî di Nubihara biçûkan de dibêje ûmîda me ji tefalan ku me emel betalan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin