Demokrat dê îro hincetên ezilkirina Trumpî eşkere bikin

Demokrat dê îro hincetên ezilkirina Trumpî eşkere bikin

Hat ragihandin ku Komîteya Edaletê ya Nûneran a Amerîkayê û komîteyên eleqedar ên din ên di bin kontrola demokratan da dê îro ji bo raya giştî "hincetên ezilkirinê" yên der barê Serok Donald Trump da eşkere bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku Komîteya Edaletê ya Nûneran a Amerîkayê û komîteyên eleqedar ên din ên di bin kontrola demokratan da dê îro ji bo raya giştî "hincetên ezilkirinê" yên der barê Serok Donald Trump da eşkere bikin.

Çavkanîyên Kongreyê ji çapemenîya Amerîkayê ra axivîn û dîyar kir ku di serî da Komîteya Edaletê serokên Komîteya Îstixbaratê û komîteyên din ên ku piştgirî didin pêvajoyê dê îro daxuyanîyeke hevpar bidin.

Hat ragihandin ku dê di daxuyanîya hevpar da daneyên ku di komîteyên navborî da hatine bidestxistin û hincetên hiqûqî yên ji bo ezilkirina Trump ên ku li gor rûniştinên di Komîteya Edaletê da hatin kirin da dê bên bikaranîn bên eşkerekirin.

Tê payîn ku bi du sûcan bê sûcdarkirin

Ji hêla din va di nûçeyên di çapemenîya Amerîkayê da derketin da hat îdiakirin ku Demokrat dê Trump ji ber "xira bikaranîna peywirê" û "nehiştina xebata Kongreyê" sûcdar bikin.

Li gor vê Trump dê bê sûcdarkirin ku di axaftina bi telefonê ya bi Vladîmîr Zelenskîyê Serokdewletê Ukraynayê ra kir da hewl daye ku dijî reqîbê xwe yê sîyasî Joe Bîden da koz bi dest bixe û paşê nehiştîye Kongreya li ser vê pêvajoyê lêpirsînê dike karê xwe bike.

Tê payîn ku Komîteya Edaletê piştî civîna çapemenîyê ya îri roja çarşem an jî pêncşemê nîqaşên der barê naveroka madeyên navborî da nîqaşan bike û dengdayîna wan bike.

Di Lijneya Giştî da dibe ku berîya dawîya salê dengdayîn bê kirin

Piştî ku komîteyê ev dengdayîn kir pêvajoya ezilkirinê dê bişînin Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran.

Demokratan berê gotibûn ku ji ber betlaneya Noelê ya ku nêz dibe dixwazin ku dengdayîna navborî li Lijneya Giştî bikin. Piştî vê dengdayînê bi destpêka sala nû va pêvajoya ezilkirina Trump dê bikeve Senatoya ku lê piranî Komarparêz hene.

Lêpirsîna ezilkirina Trump

Peywendîya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskîy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendîya bi têlefonê ya bi Zelenskîy ra da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê serokatîyê yê ji Partîya Demokrat da lêpirsînê veke.

Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosîyê di 24ê îlonê da eşkere kiribû ku bi hinceta "zirarê daye ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê" û "îxanetê sonda serokatîyê kirîye" pêvajoya ezilkirina Trump dan destpêkirin. Meclisa Nûneran di 31ê cotmehê da ji bû ûsulên lêpirsîna ezilkirinê deng dabû û biryar dabû ku rûniştinên ji raya giştî ra vekirî bên kirin.

Rûniştinên ji raya giştî ra vekirî yên li Komîteya Îstixbaratê ya Meclisa Nûneran da jî di 13-21ê sermawezê da hatibûn kirin. Komîteya Îstixbaratê rapora 300 rûpelî ya sûcdarkirina Trump roja sêşemê ji raya giştî ra eşkere kirbû û rapora navborî şandibû Komîteya Edaletê. Komîteya Edaletê rûniştina ewil a der barê lêpirsîna ezilkirinê da roja çarşemê kirbû û rûniştina duyemîn jî roja duşemê kirbû.

Li gor qanûnên Amerîkayê di encama rapora lêpirsînê ya ku dê komîteyên eleqedar amade bikin da heke serlêdana ezilkirinê di Komîteya Edaletê da bê qebûlkirin dê li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran dengdayîn bê kirin.

Pêşnûmaya dozê heke ji hêla piranîya endamên Meclisa Nûneran va bê qebûlkirin dê vê carê bişînin Senatoya ku lê piranî Komarparêz hene û dê pêvajoya darazê ya Trumpê Serokê Amerîkayê dest pê bike.

Trump jî lêpirsîna ezilkirinê wekî "nêçîra pîrebokan" dinirxîne û ji serî va dibêje ku bêsûc e.

Çavkani: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin