Demirtaş: Min li ber Erdogan serî nedanî

Demirtaş: Min li ber Erdogan serî nedanî

Di roja duyemîn de parastina Selahattîn Demirtaş li Dadgeha Enqerê îro jî berdewam kir. Demirtaş, li ser binpêkirin û guhnedana biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexneyên tund li dadgehê kirin.

A+A-

Demirtaş di parastina xwe de, diyar kir ku heyeta dadgehê eşkere dibe şirîkê tawanê û wiha pê de çû: “Hûn erka xwe ya dadweriyê ji bo tesfiyekirina nasnameya min a siyasî û hilbijêrên dengdana min bikar tînin, da ku deshilatdaran bihêz bikin. Hûn guh nakin îtirazên me. Bi biryara we ya qebûlnekirina daxwaza me ya redkirina dadwer derket holê ku hûn siyasetmedar in. Yên parêzvanê hiqûqê jî em in.”

Selahattîn Demirtaş got ku ji ber nebûna şert û mercên dadgehkirina adil, tevî hebûna palpiştên wî jî ew ne bi dilê xwe parastina xwe dike ku niha li dadgehê ji aliyê 3 AKPyiyan ve HDPiyek tê darizandin.

Demirtaş cardin da xuyakirin ku ew ji ber helwesta xwe ya siyasî hatiye rêhînkirin û got, “Ji ber ku min li ber Erdogan serî nedanî ez li vir im. Heger min serî li ber Erdogan bidaniya niha li Serayê bûm. Hûn jî nikarin serê min li ber xwe bidin danîn. Nabe ku hûn bi van biryarên xwe yên navberê, li gorî dilê Erdogan darizandinê berdewam bikin.”

Di berdewamê de Demirtaş da zanîn ku 142 sal ceza jê re tê xwestin û got, “Ji we re nabêjim darizandinê bidawî bikin. 142 sal tê xwestin ne wisa? Ger hûn 141 sal ceza bidin wê dilê min bimîne. Henekan nakim, ji Xweda pê ve tirsa min ji kesî nîne, lê ez li vir rumeta xwe bi we nadim binpêkirin.”

 

(Peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin