Demirtaş: ‘Kurdistan’ niştîmanê Kurdan e

Demirtaş: ‘Kurdistan’ niştîmanê Kurdan e

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di parastina xwe ya îro ya li pêş Dadgeha Sincan a Enqerê de ku bi rêya SEGBIS beşdarî dike, bi berfirehî li ser sûcdarkirina xwe ya bi peyva ‘Kurdistanê’ û terorîzekirina wê rawestiya.

A+A-

bi rêya SEGBIS beşdarî dike, bi berfirehî li ser sûcdarkirina xwe ya bi peyva ‘Kurdistanê’ û terorîzekirina wê rawestiya.
‘GOTINA KURDISTAN ÇAWA DIBE PROPAGANDAYA TERORÊ?’
Demirtaş fezlekeya ji ber bikaranîna peyva Kurdistanê hatiye amadekirin red kir û got, ‘Gelo çiyê gotina Kurdistanê dibe propagandaya terorê? Ev heqareteke çawa ye, ev çi bêtehemulî ye. Qey hay jê nînin ku heqeratê dikin.”
Demirtaş di berdewamê de, raveya welatê Kurdan Kurdistanê kir û diyar kir, “Em ji bo çi rastiya dîrokî înkar bikin? Kurdistan erdnîgariyek e. Niştîmanê Kurdan e. Bi çand, huner, folklor, muzîk, şînî, goristan, mezel, dar û rûbarên xwe ve erdnîgariya me ya hebûn û xatiratê me û niştîmanê me ye.”
‘KURDISTAN RASTIYEKE DÎROKÎ YE’
Selahattîn Demirtaş herwiha kesên ku di dîroka Tirkiyê de peyva Kurdistanê bikar anîne bibîr xistin û wiha pê de çû:
“Ne ji bo ku Tayyip Erdogan, Binali Yildirim, Mustafa Kemal Ataturk, Sultan Abdulmecîd gotiye, ne ji bo ku Siltanê Selçukiyan wekî Eyaleta Kurdistanê ragihandiye; Lê ji bo ku Kurdistan rastiyeke dîrokî ye heye.”
‘BILA HER ROJ BÊJE KURDISTAN’
Demirtaş ji bo namzedê AKPê yê Stenbolê Binali Yildirim ku li Amedê peyva Kurdistanê bikar anî jî got ku ‘Ez nabêjim çima gotiye. Bila her roj bikar bîne. Pêwîste ew gotin asayî bibe.”
‘MA KURDISTAN TAM LI SÎNORÊ TIRKIYÊ DIQEDE?’
Demirtaş behsa sînorên Kurdistanê jî kir û destnîşan kir, “Ji Bazidê heta Çêlê, herêma ku di nav sînorên Îranê de maye li gor destûra Îranê Eyaleta Kurdistanê ye. Ji Çêlê heta Cizîrê, herêma ku di bin sînorên Iraqê de maye di destûra Iraqê de Herêma Kurdistanê ye. Ma bihostek Kurdistan derbasî Tirkiyê nabe? Ma tam jî li sînor diqede?”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin