Demirtaş “Kurd im, welatê me Kurdistan e, zimanê me kurdî ye

Demirtaş “Kurd im, welatê me Kurdistan e, zimanê me kurdî ye

Em neteweyek in. Ew ê demareke me yê sosyalîst û çepgir jî hebe û siyaseta me jî dê hebe. Tevgerên islamî, êzîdî û elewî jî dê hebin û herwiha dê tevgerên me yên neteweperwer jî hebin.

A+A-

Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş bi Sputnik Kurdistanê re axivî û bangî ciwanên kurdan kir: “Kurd im, welatê me Kurdistan e, zimanê me kurdî ye. Divê em rêzê ji hemû cudahiyên xwe re bigirin lewra divê ciwanên kurd ên bi siyasetê ve mijûl dibin, di medyaya civakî de heqaretê li serok û tevgerên kurdan nekin”.

Amed - Selahettin Demirtaş bersiva Sputnik Kurdistanê da û teqez kir ku kurd neteweyeke mezin in ku asayî ye gelek fikirên wan ên siyasî yên cuda hebin.Herwiha hevserokê HDPê diyar kir ku tiştekî asayî ye jî ku her kurd bibêje, "ez kurd im, zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e" û ev qet ne nijadperestî û şovenîzm e. Hevserokê HDPê wiha bersiv dan:

"DIVÊ CIWANÊN KURD, PIŞTGIRIYÊ BIDIN HEMÛ DESTKEVTIYÊN KURDAN"

Hûn dixwazin peyameke çawa bidin ciwanên kurdan?

Di serî de, di vê serdema dîrokî ya dijwar de, ez silavên xwe ji hemû ciwanên kurd ên bi siyasetê ve mijûl dibin re dişînim. Li kîjan perçeyê Kurdistanê be, ji kîjan aliyê siyasî be jî bila bibe. Tika dikim û hêvî dikim ku her biryarekî min di vê serdema dijwar û dîrokî de piştgiriyê bide hemû destkevtiyên gelê kurd û helwesta xwe li gorî wê diyar bike.

Helbet dê siyaset û fikirên me yên siyasî cûr bi cûr bin. Em miletekî mezin in, em neteweyeke in. Tiştekî asayî ye ku neteweyek xwedî fikirên siyasî yên cuda bin. Ev ji bo pêşketina demokrasiya me jî giring e lê eger em van wek amûreke neyariyê û heqaretê bi kar bînin, wê çaxê em ê şaşiyeke mezin bikin. Ji hemû tevgerên kurdan re ricayekê dikim: Divê êdî di rêya çapemeniyê re bersivên nedin hev. Divê çapemeniya Kurdistanê li himberî tevgerên kurdan û serokên wan, zimanekî rêzgir bi kar bîne. Dibe ciwanên medyaya civakî bi kar tînin jî, girêdayî partiyên cuda bin. Lê divê ji wan helmetan dûr bisekinin yên ku rêzê ji aliyê din re nagirin. Divê medyaya kurdan ji zimanî dest pê bike ku islûbek bê bidestxistin. Careke din bang dikim û rica dikim ku islûb û axiftina me, tenê di sînorên rexnegirtinê de bin û ji wî sînorê dernekevin. 

KURD NETEWEYEK E Û ASAYÎ YE CUDAHIYÊN WAN HEBIN

Hûn li ser neteweperweriya kurdan çi difikirin?

Neteweperweriya kurdan zêde dibe. Ciwanên kurd vê mijarê gelekî nîqaş dikin û ez jî dişopînim. Tiştekî giring e ku ev nîqaş bi awayekî saxlem bi rê ve biçe. Xeta neteweperwer di her civakê de heye û divê her kes rêzê jê re bigire. Anku dê netewepwerên her miletî hebin lê tenê netewepweriya kurdan dê xeter be? Na. Ez tenê ditirsim ku ev neteweperwerî bigihêje asta nijadperestiyê. Neteweperweriya kurdan, li ser jinavbirin û tinekirina miletekî din nehatiye avakirin lê neteweperweriya kurdan, li parastina xak, çand, ziman û welatê gelê kurd hatiye avakirin.

Em neteweyek in. Ew ê demareke me yê sosyalîst û çepgir jî hebe û siyaseta me jî dê hebe. Tevgerên islamî, êzîdî û elewî jî dê hebin û herwiha dê tevgerên me yên neteweperwer jî hebin. Tenê divê hay ji xwe hebin ku nekevin rêya şovenîzm û nijadperestiyê. Li gorî min gotina "ez kurd im, ev der Kurdistan e. Zimanê min ê dayikê kurdî ye û em miletek in" beşek ji hestên neteweyî ne û ev ne tehdîd in. Anku pêdiviya kurdan jî pê heye. Ez jî ciwanekî kurd im ku hemû nirxên miletê kurd diparêze, rêzê ji wan re digire û wan di dilê xwe de hildigre. Herwiha ez xwe wek çepgir û şoreşger jî didin nasîn.

BIÇÛK MEZIN, EM DIXWAZIN BI PARTIYÊN KURDISTANÎ RE HEVALBENDIYÊ ÇÊKIN 

Divê em xebata xwe zêdetir bikin ta ku hevalbendiya di navbera tevgerên kurdan de zêde bikin. Ez ê bi vê dilxweş bibim. Eger îro hemû tevgerên Kurdistanî, çi biçûk çi mezin, werin û piştgiriyê bidin HDPê, em ê serbilind bibin. Çawa em li hejmara dostên xwe yên rojavayê Tirkiyeyê nanerin gava ku em hevalbendiyê bi wan re çêdikin, em li mezinbûna yên Kurdistanê jî nanerin. Anku partî mezin an biçûk be, ne giring e. Eger em li ser hêmanên hevbeş werin ba hev, ev ê sînerjiyeke bêhempa derxîne holê û hêzeke xurt dê bide me giştan. Yek ji mezintirîn xeyalên min ew e ku hemû tevgerên Kurdistanê bi HDPê re bibin yek û li parlementoyê bi hev re bixebitin.

Ji bo Kongreya Neteweyî, gelo dibe piştî serdana we ya herêma Kurdistanê, bê lidarxistin?

Em gelekî dixwazin. Bi qasî dibînim, tevgerên kurdan jî dilxwaz in lê mixabin pêk nayê. Ez bi rêya we, ji hemû tevgerên kurdan re ricayekê dikim: Divê êdî di rêya çapemeniyê re bersivên nedin hev. Divê çapemeniya Kurdistanê li himberî tevgerên kurdan û serokên wan, zimanekî rêzgir bi kar bîne. Dibe ciwanên medyaya civakî bi kar tînin jî, girêdayî partiyên cuda bin. Lê divê ji wan helmetan dûr bisekinin yên ku rêzê li aliyê din re nagirin. Divê medyaya kurdan ji zimanî dest pê bike ku islûbek bê bidestxistin. Hêvîdar im bi xebata û karê me, deriyê Kongreya Neteweyî ya Kurdî vebe. Di rêya Sputnikê re jî dibêjin, giring e ku tevahiya medyaya kurdan, zimanekî rêzgir û hevbeş bikar bîne.  

bêhtir bixwîne: http://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/20160909/4080136/Demirtas-Kurd-im-welate-min-Kurdistan-e-zimane-min-kurdi-ye.html

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin