• Diyarbakır 37 °C
  • Batman 38 °C
  • Hakkari 26 °C
  • Şırnak 34 °C
  • Ağrı 24 °C

Demirtaş: Bo pêvajoya çareseriyê divê desthilat biguhere

Demirtaş: Bo pêvajoya çareseriyê divê desthilat biguhere
Namzedê HDPê yê serokkomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş got, "jinûvedestpêkirina pêvajoya çareseriya pirsa kurd bêyî guhertina pergala desthilatê li Tirkiyeyê ne pêkan e."

Demirtaşê ku ev bêtirî sal û nîvekê girtî ye, ji girtîgeha xwe ya Edirneyê got "ji ber hevpeymanên AKPê yên eşkere û nepen, ne pêkan e ku hikûmeta AKPê viyan û hêzê nîşan bide da ku bi rêyên aştiyane pirsa kurdî çareser bike."

Namzedê HDPê Demirtaş di rêya parêzerên xwe re bi awayekî nivîskî wiha dewam kir: Lewra ne pêkan e ku pêvajoya çareseriyê bêyî guhertina desthilatê dest pê bike."

Demirtaşî bangî Esedî kir!

Demirtaşî got, "Tê zanîn ku pergala Sûriyeyê berî şerî zordarî li kurdan dikir û mercên niha ji yên şerî cuda ne. Eger Esad plan dike ku Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bike, pêwîst e ku li gel hemû beşên baweriya wan bi demokrasiyê heye, gotûbêjan bike."

Demirtaş wiha dewam kir: Tiştekî gelekî giring e ku nexşereyek were diyarkirin ku armanca wê ew be, atmosfereke siyasî çêke ku derfetê bide pêkanîna hilbijartinên paqij ku li ser parvekirina karbidestî û desthilatê li gel birêveberiyên herêmî hatibe avakirin."

Herwiha Demirtaşî bangî civata navdewletî kir ku "gelên Sûriyeyê teşwîq bike da ku li ser yek maseyê rûnên û ew bixwe kêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û piştgiriyê bidin wan."

Li ser rexneyên ku li kurdên Sûriyeyê tên girtin ji ber hevkariya wan bi Amerîkayê re, Demirtaşî wiha got, "ji hemû aliyan ve gef li kurdên Sûriyeyê tên kirin, lewra gelek alternatîv li pêşberî wan tine ne da ku hebûna xwe biparêzin, ji ber ku Sûriye di nav şerekî wiha de ye ku zehmetirîn û hovanetirîn şerê cîhanê ye."

Demirtaşî di berdewamiya bersivên xwe de diyar kir, kurdan li dijî DAIŞê berdêl dan û ew deverên ku kurd negihitşin wan, DAIŞê komkujî pêk anîn û wiha dewam kir: Lewra ez adilane nabînim ku kurdên sûrî ji bo hevkariya xwe(ya li gel Amerîkayê) bên darizandin ku bi armancên dîplomatîk û parastinê dikin da ku ew karesat dubare nebin."

Demirtaş bersivên xwe wiha dewam kirin: Em amade ne ku piştgiriyê bidin her kesekî ku beşdarî ihtimala aştiyeke rasteqîn û dilsoz dibe."

 

(Sputnik)

Ev nûçe 516 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din