Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê

Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê

.

A+A-

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê daxuyaniyên desthilat û MHP’ê ku diyar dikin biryara DMME’yê nas nadin de ev bersiv da: “Hûn wisa li qêrin û bangkirinên wan nenêrin. Hewl didin tirs, qelsî û tengezariyên xwe veşêrin.”

Piştî biryara berdanê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de gelek derdoran daxuyanî dan. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û gelek kes li dijî biryarê daxuyanî dan. 

BERSIVA DEMIRTAŞ

Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê parvekirinek kir û bersiva van daxuyaniyên li dijî biryara DMME’yê da. Parvekirina Demîrtaş wiha ye: “Hûn wisa li qêrin û bangkirinên wan nenêrin. Hewl didin tirs, qelsî û tengezariyên xwe veşêrin. Wêrek bin û li hemberî zilmê xwedî sekn bin, ez wisa dikim. Em mafdar in, bihêz in û bimoral in. Em ê tev bi hev re qezenc bikin. Meraqan nekin, Tirkiye ji çeteya 5 kesî mezintir e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin