Dema Serokatiya Barzanî tê dirêjkirin

Dema Serokatiya Barzanî tê dirêjkirin

Newşîrwan Mistefa ligel dirêjkirina dema serokatiya Barzanî de ye

A+A-

Çavknaiyeke nêzîk ji civîna navbera Barzanî û Nûşêrwan Mistefa, ji BasNewsê re ragihand ku, civîneke dostane bû û bi aşkereyî rewşa niha çi ji aliyê leşkerî yan ji aliyê siyasî ve hat nirxandin, lê mijara serekî pirsa şerê DAIŞ`ê û çarenivîsa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bû ku niha ji blî gefên DAIŞ`ê, gefên Heşda Şeibî jî ketine rojevê.

Çavkaniya BasNewsê got: “Ji bilî van mijaran, mijareke dina civînê, pirsa budceyê û awayê danûstanê ligel Bexdayê bû.”

Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku, di civînê de behsa destûr û û wîlayeteke din bo Barzanî hat kirin û got: “Tevî ku Barzanî gotiye ew naxwaze wîlayetek din a Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve bibe, lê di hember de helwesta Rêxerê Tevgera Gora ew bû ku, divê Barzanî wîlayeteke din werbigre.”

Derbarê bidawîhatina dema serokatiya Barzanî de jî, Newşîrwan Mistefa ligel wê yekê bû, ew di çarçoveya Yasa û Destûrî de pêngavan bo her haletekê pêwest ji wan haletan davêjin.

Wê çavknaiyê ragihand jî ku “Niha hest bi wê yekê tê kirin ku, praniya aliyên siyasî ligel wê yekên ku, divê rewşê de Barzanî bibe Serokê Herêma Kurdistanê, çûnkî di vê rewşê de kesatiya Barzanî û peywendiyên wî yên dîplomasî ligel Amerîka û Rojava, bandora xwe ya rasterast li ser pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê hebû.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Frakesyona Goranê li Parlamentoya Kuridstanê Rabûn Meirof ji BasNewsê re ragihanf ku, ew her ji binî ve li dijî wê yekê ne ku, proje û mijara destûr were kesatî kirin û got: “Li ba me tenê pirinsîp girîngin û tekez li ser wê yekê dikin ku, em wek Tevgera Goran, ti hestiyariyek me li hember ti kestaiyeke siyasî di welatê me de nîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin