Dema hun dengê xwe didin, welatê bav û kalan jî bifikirin

Dema hun dengê xwe didin, welatê bav û kalan jî bifikirin

PAK-Ewrûpa di derbara hilbijartinên parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê beyanek belav kir. Em beyana PAK-Ewrûpa li jêr diweşînin.

A+A-

Di dawiya vê hefteyê de welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo hilbijartina parlamenterên Parlamentoya Ewrûpayê wê dengê xwe bidin. Hin kurdên welatparêz ku hemwelatiyên Yekîtîya Ewrûpayê ne jî berbijêr in.

Roja 26ê Gulanê li 28 welatên ku endamên Yekîtiya Ewrûpayê ne, ji bo 751 endamên Parlamentoya Ewrûpayê, diçin ser sandoqan.  Di nav namzetan de kurdên hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê jî hene. Herçiqas îstatîstîkek bi cî tunebe jî, hejmara hilbijêrin kurdan li dor milyonekê ye. Herweha li çend welatên endamên Ewrûpayê, di nav namzetan de çend kurdên welatparêz jî hene.

Helbet Kurdistaniyên ku hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê ne, dema dengê xwe bidin, wê li îdeolojî, bernameya partiyan, kêrhatîbûn û ajanda namzetan jî bifikirin. Ev mafê wan ê rewa ye, lê em di vir de dixwazin hilbijêrên Kurdistanî dema dengên xwe didin, li gel van qistasên li jor hatiye qal kirin, divê li namzetên kurd ku welatparêz in û herwisa kesayetiyên ku di her şertî de dostaniya miletê kurd dikin jî bifikirin.

Ji bo me kurdên li Ewrûpayê qandî guherînên jiyana me ya li wir, bûyerên li welatê me diqewimin jî tesîreke pozîtîf an negatîf li jiyana me ya rojane dike. Kurdistanîyên Ewrûpayê ji bo erka xwe ya hemwelatiya welatê xwe yê nuh bi cî bînin divê herin ser sandoqan û dengê xwe bidin. Dema dengê xwe didin li gel çend qistasên ku şexsî û malbatî ji wan re girîng e, bila qistasa xwe ya welatparêziya welatê xwe Kurdistanê jî li ber çavan bigrin.

Bi silavên me
PAK-Ewrûpa
Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin