Deklarasyona Tifaqa Welatperwer û Demokrat

Deklarasyona Tifaqa Welatperwer û Demokrat

.

A+A-

EM BIHÊVÎ NE,

EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN

NE XENDEK NE JÎ QAYÛM
EM BIXWE EM Ê WELATÊ XWE; BAJARÊN XWE BI RÊ VE BIBIN

 

Kurdistanîyên hêja

Em, wek namzedên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat berendamên hilbijartina şaredarîya ne.

Bi hêza ku em ê ji dengên we bigrin û tevî we, em dixwazin welatê xwe, bajarên xwe bi rê ve bibin.

Vê carê hûn ne bêçare ne.

Em alternatîfeke azadîxwaz, pirreng,, welatparêz û demokrat pêşkêşî we dikin.

Em bibiryar in, bi hev re em ê îşkeîşka “yan kuştin, yan azardan”ê bişkênin.

Bajarên me yên xemla dunyayê; mîratên hezaran salan, hêjayî jîyaneke baştir in.

Me soz dayê, em ê mîna bînahîya çavên xwe wan biparêzin.

Em ê nasnameya netewî û dîrokî ya bajarên xwe li wan vegerînin.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat xwedî programeke zelal e.

Em bibiryar in, lîstika şerê qirêj û şiddeta li ser xwîn û hêsiran ava bûye, têk bibin.

Bi ya me paradîgmaya 95 salî ya “yek dewlet, yek netewe, yek welat, yek ala” ya DewletaTirkîyeyê û siyaseta qayûman û siyaset ali ser dijayetiya kurdan hatîye hûnandin sîyaseteke çewt e, sîyaseteke ji çareserîyê re asteng e.

Kes û alîyên bi siyaseta “welatê hevbeş, komara demokratîk, neteweya demokratîk”, piştgirîya siyaseta xendek û barîkadan dikin jî, riya çareserîyê bi temamî dixetimînin.

Ne xendek, ne qayûm, werin em bi alternatîfa welatparêz û demokrat rêyeke nû ji gelê xwe re vekin, rêya çareserîyê em li ber gelê xwe xweş bikin.

 

Vîzyona me zelal e

Em ê şaredarîyeke pirzimanî bi cih bikin.

Li Kurdistanê, di xizmetên şaredarîyê de zimanê kurdî wê bingeh be.

Ji bo fêrbûn û bikaranîna berfireh ya zimanê kurdî, em dixwazin li her taxekê baxçeyên zarokan û navendên sexbêrîya danê rojê ava bikin.

Em ê bajarên xwe bikin, deverên jîyaneke xweş.
Em ê şaredarîyeke şefaf û hesabdar bi cih bikin.

Parastina jîngehê û jîyana xwezayî ji bo me di rêzên pêşîyê de ye.

Em ê bajarên xwe ji bo seqet û kêmendaman bikin bajarên jîyana xweş.

Em ê li dijî hemû cûreyên krîmînalîze kirina ciwanên xwe têbikoşin.

Ciwanên me siberoja me ne, em ê ji bo jîyaneke sosyal ya xweştir têbikoşin.

Şaredarîyên di destên me de wê mîna parlamanên deverî kar bikin.

Xelkê me wê rasterast beşdarî îdareya bajarên me bibe.

Em ê demokrasîya dîrek – rastewxo- bi cih bikin.

Ji bo babetên girîng yên jîyana civakî em ê referanduman li dar bixin. Bi vî awayî wê xelk di rêveberîya bajarên xwe de bibin xwedî biryar û gotin.

 

Em zêdetir dixwazin:
Em dixwazin, walî, qeymeqam û berpirsê emnîyetê bi hilbijartinê bên ser hukim.

Em israrê dikin ku hemû kar û xizmetên derveyî desthilatdarîya hukûmeta navendî, ji alîyê şaredarîyan ve bên bi rê ve birin.

Em ê ji bo jîyaneke mirovhez, ji bo azadî û demokrasîyê berdewam bin li ser xebata xwe.

Em ê daxwazên heqane yên kedkaran bidin wan.

Xebata bidawîanîna zordestî û şiddeta li ser jinê û newekhevîyê ji bo me di rêzên pêşîyê de ye.

Em ê girîngiyeke mezin bidin trafîka kolektîf ya bajaran û ji bo bicihanîna jêrxaneya wê bixebitin.

Em ê gemar û çopê li gor qaîdeyan kom bikin û bixebitînin.

Wek Tifaqa Welatperwer û Demokrat prensîpeke me ya din heye; ew jî bi riyên aştîyane çareserkirina pirsgirêkan e. Em ê li ser vê helwêsta xwe berdewan têbikoşin ku şiddet û şer bi hemû encamên xwe ve ji nav jîyana civaka me derkeve.

 

Xelkê me yê birûmet û têkoşer;

Gelemşeya pirsgirêkên şaredarîyên li Kurdistan û Tirkîyeyê bi giştî girêdayî pirsgirêkên Tirkîyeyê ye. Pirsgirêkên serekî yên Dewleta Tirkîyeyê jî mesela kurd û Kurdistanê û demokrasî ye. Heta ku ev her du pirsgirêk li gor standardên cihanî negihin çareserîyeke bingehîn, ne mumkin e pirsgirêkên din û yên şaredarîyan çareser bibin.

Em dizanin û ne li bendê ne ku yên ev pirsgirêk afirandine, vê pirsgirêkê çareser bikin. 
Wek Tifaqa Welatperwer û Demokrat em di vî warî de xwedî helwêsteke bibiryar û prensîp in.

 

Mesela kurd û Kurdistanê

Pirsa kurdî ne pirseke besît e. Pirsa jîyaneke azad ya 25 mîlyon kurdên li Tirkîye û li Bakure Kurdistanê dijî ne. Pirseke 200 salî ye û herweha Tirkîye, Îran, Îraq û Sûrîye jî tê de, pirseke herêmî û navnetewî ye.

Welatê me yê ku gelê me bi hezaran sal in li ser erdê wî dijî, hatiye parçe kirin û bûye kolonîyeke navnetewî.

Pirsgirêka kurdî di esasê xwe de ji zordarî û destdanîna ser mafên netewî û demokratîk yên gelê kurd peyda bûye. Ev du sed sal in, her serhildaneke ji bo azadîyê, bi xwînê hatiye vemirandin, çerxa asîmîlasyon û zordarîyeke reş ji bo nehiştina ziman û kultura kurdî dest bi kar kiriye. Bi koçberî û barkirina mecburî, rê li ber pêşketina ekonomîk, civakî û kulturî ya kurdan hatine girtin; Kurdistan bûye warê talan, koçberî, wêranî û şewatê.

Rê li ber girtina çareserîyeke adil û wekhev ya di pirsa kurd û Kurdistanê de, di esasê xwe de bûye sebebê vî şerê bi salan e ku berdewam dibe û herweha rê li ber demokrasîyeke berfireh ya li Tirkîyeyê jî digire.

Bi ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat yekemîn gav bêdengkirina çek û sîlehan e; derxistina şiddetê ji nav jîyana civakî û avakirina atmosfereke dîyalogê ji bo çareserîya aştîyane ye. Û em dibêjin ev yek mumkin e.

Bi ya me ji bo çareserîyeke temamî û berdewam divê siyaseta “tekçî” û sîstema “tekçî” ya vê siyasetê bi dawî bê, sîstema federalî jî tê de statuyeke siyasî bê qebûl kirin.

Li hemû dever û herêmên di warê ziman û bawerîyê de piretnîk, pirxelk, xwedî avahîya civakên pirreng, çareserî bicihkirina mafê çarenivîsê ye. 
Lewra em di mesela kurd û Kurdistanê de li ser bingehê du welat, du netewe û federasyoneke li ser esasê şirîkatîyeke wekhev diparêzin. Divê Kurdistana Federe xwedî parlament û hukûmeta xwe be, divê li Kurdistanê zimanê kurdî zimanê perwerdeyê be, divê zimanê kurdî di warê jîyana civakî jî bibe xwedî statuya zimanê resmî.

Li dewletekê, li gor pêkhateya piretnîk, pirkulturî, dikare ji zimanekî zêdetir zimanên resmî hebin. Îro li Swîsre, Belçîka, Kanada, Federasyona Rûsyayê, Hindistan, Komara Efrîqaya Başûr, Malezya û li Îraqê, bi dehan welata pir zimanên resmî hene.

Li Îraqê ji sala 1958ê û pê da zimanê kurdî resmî ye. Bi Qanûna Esasî ya sala 2005ê Îraqê federalî qebûl kir. Başûrê Kurdistanê bi navê “Rêveberîya Herêma Kurdistanê” bû rêveberîyeke federe.

Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê herweha ji bo azadîya ziman û kultura gelên ermen, asûrî-suryanî, ereb, mehelmî, azerî û turkmen jî mafek e xwezayî ye.

Ji bo bidestxistina van armancan; em ji hemû kesên daxwaza çareserîyeke adil û aştiyane ya mesela kurdî dikin, ji hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz, ji bo namzedên Welatperwer, Demokrat û Serbixwe daxwaza dengên wan dikin.

 

Li Tirkîyeyê ji bo demokrasîyeke kamil

Em bawer dikin ku; eger li Tirkîyeyê demokrasîyeke li gor standardên cihanî pêk were, wê derfeteke baş ji bo xebata azadîya netewî ya kurdî peyda bibe. Azadbûna netewa kurd jî, rê li ber demokrasîya Tirkîyeyê xweş dike.

Lewra di têkoşîna azadîya netewî de em hêzên demokrasîyê û yên guhertinxwaz yên li Tirkîyeyê mîna hevalbendên xwe dibînin, em li ser esasê qebûlkirina maf û azadîyên netewî û demokratîk yên kurdan, buhayekî mezin didin xebata hevbeş.

 

Em dixwazin:

Li Tirkîyeyê sîstema tekçî, nijadperest û otorîter bi dawî bê,

Demokrasîyeke li gor standardên cihanî bê ava kirin,

Wesayeta leşkeran bi dawî bê,

Hemû grubên etnîkî û grupên bawerîyên cida bigihên maf û azadîyên bingehîn,

Şûna sîstema merkezîxwaz ya hişk, rêveberîyeke adem-i merkezî –nemerkezî- ava bibe,

Qanûneke Bingehîn ya li gor pirzimanî, pirneteweyî, pirkulturî, pirdînîyê bê nivîsandin,

Hebûna miletê kurd bê qebûl kirin, statuya federe ji bo Kurdistanê bê qebûl kirin,

Hemû astengên li pêş azadîya fikrî, rêxistinî û azadîya çapemenîyê bên rakirin,

Li gor Peymana Vendîkê hemû partîyên siyasî û komeleyên şiddetnexwaz serbest bin,

Qanûna Partîyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê, Qanûna Cezayî bêne demokratîze kirin, Qanûna Têkoşîna Dijterorê nemîne.

Şerdê baraja %10ê û şerdê ji bo beşdarîya hilbijartinê, danîna teşkîlatan li 41 bajaran, ji binî were rakirin. Divê her partîyek li gor rêjeya dengên xwe li parlamentoyê xwedî nûner be û li gor rêjeya xwe alîkarîya ji budceya xezîneya dewletê alîkarî bigre.

“Sûnda Parlamenterîyê” ya ku rûmeta miletê kurd û hemû grupên etnîkî û siyasî binpê dike jinûve li ser bingehê rêz û siyaneta hebûna hemû alîyên etnîk dînî, mezhebî û siyasî were nivîsandin.

Em piştgirîyê didin çareserîyeke azadîya fikir, bawerî û wicdanî ya Meseleya Alewîyan. Divê cemxane resmî bin. Herweha em dixwazin pirsgirêkên bawerîyê yên xiristiyan, musewî û êzîdîyan çareser bibin.

 

Rêveberîyên şaredarîyê yên bêwesayet û beşdarîxwaz

Bi ya me berpirsîyarîya esasî ya çareserîya pirsgirêkên şaredarîyê û pirsgirêkên deverî di destê rêveberîyên şaredarîyê de ye. Meclisên şaredarîyê divê mîna parlamentoyên deverî kar bikin. Xizmetên wekî perwerde, tenduristî û ewlehîya herêmî divê karên rêveberîyên herêmî bin. Divê wesayeta merkezî ji ser rêveberîyên herêmî rabin.

Em ê bixebitin ku Şerdên Xweserîya Rêveberîyên Herêmî ya Ewropayê, bi temamî, bi bendên ku Tirkîyeyê qebûl nekirine û rê li ber mafan girtiye, bi temamî bê qebûl kirin.

Ji bo bicîkirin û pêşxistina perwerdeya zimanê zikmakî em ê lê bixebitin ku dibistan û baxöeyên zarokan hebin.

Hemû biryarên sermayeguzarî yên şaredarîyan, hemû teklîf û pêşnîyazên îhaleyan û hemû mesrefên şaredarîyan wê bi rêya navgînên agehdarîyê (rojname, tv, Înternet ûhwd) ji bo hemwelatîyan bêne eşkere kirin. Di rêveberîya me de, hemû karûbarên me wê zelal, vekirî û eşkere bin ku herkes bikaribe xwe bigihîne agehdarîyan.

Hebûn û mal û milkên serokên şaredarîyan û rêveberên şaredarîyan, ji roja ku hatine hilbijartin û dest bi kar kirine, heta roja bidawîhatina karê wan, wê ji bo raya giştî bête eşkere kirin.

Siyaseta me ya bajarvanîyê wê modern, plankirî, pak û li ser xweşkirina jîyana mirovan be.

Bajarên me yên îro bûne koma betonê, bêhn li mirovan çikandine, çûn û hatin û trafîk bûye îşkenceyek. Em ê rê nedin ku hinek alî li ser navê avakirina bajarên di demekî kin de qezencên bê ûsûlî bi dest bixin û mîmarîya bajarên me serûbin bikin. Em ê planeke birêkûpêk bidin ber xwe, texrîbatên heta îro hatine kirin, sererast bikin.

Divê tu kes û tu alî nikaribe bêyî erêkirina şaredarîyan, ji bo guherandîna mîmarî û avakirina bajaran; biryar, plan û programan dest pê bike.

Em ê keskahîya cih û deveran biparêzin û berfirehtir bikin. Em dixwazin bajarên xwe bi park û bexçeyan, bi rê û deverên gerê, bi baxçeyên lîstika zaroka, bi cihên sporê ji bo ciwan û mezinan bikin bajarên jîyanxweş. Em dixwazin bajarên me ji bo kêmendam û seqetan bibin bajarên bêasteng, ji bo pîrên me bibin bajarên jîyana civakî.

Em ê li navendên bajaran jêrxane û otoparkan ava bikin.

Em ê trafîka mînîbus û otobusan sedîsed bi plan û serûbertir bikin. Em dixwazin budceyeke taybetî ji bo trafîka rêhesinê veqetînin.

Cade û kolanên me neynikên bajarên me ne. Mixabin îro li bajarên me yên mezin, cade û kolanên me bûne hêlîna azarkêşîyê. Ji bo trafîkeke rehet, jêrzaneyeke plankirî lazim e. Ji bo çareserîyê vê pirsê divê trafîka jêrzemîn, anku metro hebe. Li serzemîn jî divê trafîka otobus û rêhesinê hebe. Em xwazyarên vî karî ne.

Em ê kar û xebatê bikin ku hem trafîka navbajêr, hem jî trafîka di navbera bajaran de rêjeya trafîka rêhesinê zêdetir bibe.
Em ê xemxwarên avakirina xanî û avahîyên tên ava kirin, li gor biryarnameyên bîvelerzê, zelzeleyê bên ava kirin, çunkî herêma me, li ser xetê bîvelerzê ye.

Em dixwazin ji bo hêsankirina çalakîyên kulturî û civakî, li bajar û deverên xwe navendên kulturî û avahîyên hemwelatîyan ava bikin. Ev avahî li gor pêwîstîyê wê ji bo komeleyên kulturî û yên din, ji bo partîyên siyasî bêkirê ji bo çalakîyan bên bi kar anîn. Bi ya me çalakîyên civakî mafek e û divê herkes bikaribe vî mafî bi kar bîne.

Em ê piştgirîya parastin û pêşxistin kultur, bawerî û zimanên cida yên herêmî zêdetir bikin.

Em ê kar bikin ku meclisên herêmî ji bo parastin û alîkarîya bêkes û bêxwedîyan çalakîyên perwerdeyî, kardîtin, pîşe bidestxistinê li dar xin, avahîyên zarok û ciwanan ava bikin.

Em ê di şaredarîyên em lê rêveber in, bi biryarnemeyekê, rêjeyeke karkirinê/karmendîyê bi riya kontenjanê bidin jinan.

Ji bo rêlibergirtina destdirêjîyan, em ê sîstema ronahîyê li bajaran ji nûve ava bikin.

Destpêk û qata berzemîn ya parkên tirimbêlan wê ji bo kêmendam û seqetan be.

Em ê bixebitin ku ji bo kesên muhtac, dezgehên alîkarîya xanî, pêwîstîyên tenduristîyê, alîkarîya xwarinê û yên wek van ava bikin.

Em ê xweza û jîngehê biparêzin. Em ê siyaseta endustrî û bajarvanîyê li gor tenduristîya nifşên siberojê darêjin.

Em ê hemû çalakîyên hevsengî û balansa ekolojîk ya dunyayê – ku mala hevpişk ya hemû mirovatîyê ye- xirab dikin, rawestînin. Em ê hevsengîya xweza û çalakîyên endustrî, bajarvanî û enerjîyê bi cih bikin. Ji bo parastina bajarên xwe, welatê xwe û dinyaya xwe –ku êmanetê nifşên siberojê ne- bixebitin hevkarîya navnetewî bi dest xin.

Bajarvanîya bêplan, endustrîgerîya bêplan, bikaranîna bêserûber ya dewlemendîyên xwezayî bûne sebeb ku balansa xweristê xira bibe, av, hewa û erd gemarî bibin. Em ê ji bo pêşîlêgirtina vê gemarkirinê kar bikin.

Em ê hewl bidin ku erdê çandinî û zemînê keskahîyan bi metodên herî kêm ziyanê didin germahî, ronahî, xwarin, cilûberg û tenduristîyê, bibin warên xizmetê.

Herêmên endustrîyê wê li cihên jêrxane avakirî, dûrî war û xanîyên bajaran bên ava kirin.

Ji bo jihev cuda kirin û dîsa bikaranîna çop û gemarê, em ê avahî û dezgehan ava bikin. Em ê bixebitin ku ev jihev cuda kirina çopê ji malan dest pê bike.

Em ê hevkarîya bajar û gundan bi cih bînin. Pêwîstîyên bajaran wê ji deverên gundan bên bi dest xistin. Ji bo parastin û bazarkirina berhemên gundan şaredarî wê tedbîrên taybetî bigirin.

Emê ji bo parastina bajar û herêmên modern, ji bo parastina gund û deverên dorûber, xwezayê mîna bîbilkên çavên xwe biparêzin, pêşî li taxrîbatên xwezayê bigrin.

Parastina xwezayê, parastina siberoja me ye. Parastina xwezayê, garantîya başî û xweşîya dinyayê ye ku em ê teslîmî zarokên xwe bikin.

Lewra ji dibistana pêşî û pê ve em ê di sîstema perwerdeyê de rê bidin programên girîngîya parastina xwezayê.

 

Gelê me yê hêja

Gelê kurd, ermen, asurî-suryanî, ereb, mihelmî, azerî û turkmen; herweha alewî-sunî, xiristîyan, musewî û êzîdîyên li Kurdistanê dijîn, ji ber zordarîya dewletê, gelek êş û azar dîtin. Lewra divê bi bûyerên qewimî re rû bi rû bibin, divê ji bo avakirina jîyaneke wekhev, azad û demokratîk sîstema îro ji binî bê guherandin.

Guherîna sîstema ji bo bicihbûna standarda cihanî ya demokrasîyê jî pêwîstîyek e.

Lê, Tirkîye derbasî sîstema hukûmeta serokkomarî bû. Ev sîstem ne li gor sîstemên rêveberîya demokrasîyên standardên cihanî ye. Naşibe sîstema hukûmranîya li tu deran; sîstemeke keyfî, otorîter e ku hemû erkên qanûndanîn, rêvebirin û hukumdanê di destê kesekî de ne. Û tam di vê demê de hilbijartina şaredarîyan li dar dikeve.

Weke namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat , bawerîya me bi sîstema rêveberîya demokratîk ya standarda cihanî tê û em ji bo vê yekê têdikoşin. Sîstema federalî yek ji van sîsteman e. Em ji bo sîstemeke weha, ji bo rêveberîyên şaredarîyeke bêwesayet û demokrat daxwaza dengên we dikin.

 

Gelê Kurdistanê yê hêja!

Ji bo çareserîya aştîyane ya pirsa kurd û Kurdistanê,

Ji bo demokrasîyeke hevçerx, pluralîst û beşdarîxwaz,

Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî ya giştî û belaş,

Ji bo çareserîya hemû pirsên bawerîyê yên alewî-sunî, xiristîyan, musewî, êzîdîyan û ji bo sekularîzmeke rast û durist,

Ji bo mafên civakî yên berfireh, ji bo mafên jin û karkeran,

Ji bo siberoja azad ya zarok û ciwanên me,

Ji bo rêverberîyeke herêmî ya bêqayûm ku tê de gel serdest e,

Ji bo şaredarîyeke xwedî xizmetên pirzimanî,

Ji bo ku em bikaribin xizmetên şarederîyê bi rêya cudakarîya pozîtîf bigihînin hemû taxên feqîran,

Ji bo kêmendam û seqetan bajarên jîyaneke bêasteng,

Ji bo pîrên me zêdetir beşdarî jîyana civakî bibin,

Ji bo lêxwedî derketina mîratên dîrokî,

Ji bo bajarên modern, paqij û jîyanxweş,

Ji bo desthilata gel ya şarederîyan,

Ji bo em dengê xwe bigihînin dinyayê,

Ji bona ku em xwe bixwe bajarên xwe îdare bikin,

Piştgirîya Namzedên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat bikin.

Eger namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi ser bikevin, em du cara bi ser dikevin; Hem kurd û kurdistanî şarederîyên herêmî bi dest dixin, hem jî şarederî wê bi bîr û bawerîyeke nuh ya bajarê Kurdistanê bêne îdare kirin.

TIFAQA WELATPERWER Û DEMOKRAT

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin