De Mistura: Em nema dikarin êrîşa li dijî Idlibê rawestînin

De Mistura: Em nema dikarin êrîşa li dijî Idlibê rawestînin

Wek bizavekê ji bo rizgarkirina Idlibê ji operasyona Sûrî-Rûsî û dariştina destûreke nû ji Sûryê re, welatên gerentor li Cinêvê ligel şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura civiyan.

A+A-

Civîna Staffan de Mistura li gel Rûsya, Tirkiye û Îranê li Cinêvê ku weke welatên garantor di krîza Sûriyê de tên naskirin, derbarê Sûriyê de berdewam e û biryar e behsa komîteya amadekirina destûra Sûriyê bihê kirin. Îro Sêşemê 11ê Îlonê, roja duyem a civînên de Mistura ligel welatên garantor e.

Cîgirê serokê Îtîlafa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, Ebdulbasit Hemo got; di nav lîsteya navên Desteya Danûstandkar de 2 kandîdên kurd hene ji bo Komîteya Destûrê. Li aliyekî din jî, di nav 50 navên Komîteya Piştgir a Desteya Danûstandkar de, ji bo piştgiriya Komîteya Destûrê jî, 2 kandîdên mafnas ên kurd wê hebin, lê hêj nehatine diyarkirin, ew kandîd kî ne. Her bi gotina Hemo jî, dibe ku di nav lîsteya şandiyê navdewletî de jî yek yan 2 kandîdên kurd hebin.

Di derbarê rewşa Idlibê û çawaniya parastina sivîlan û derxistina wan ji Îdlibê de, wê gotûbêj bikin û di mijara destûrê de jî, wê karên komîteya taybet bi danîna destûrê were gotûbêjkirin.

Şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura zelal kir, ku di civîna wî de li gel welatên gerentor, ew ê wan mijarên hestiyar behs bikin û tekeziyê li ser vekirina rêyên ewle ji bo sivîlan bike.

Herwiha De Mistura diyar kir, ku niha nema rê li ber operasona Idlibê tê girtin û êrîşa Rûsî-Sûrî li ser wî bajarî, wê bê encamdan, lê tenê ew karin bizavan bikin, ku rêjeya kuştina sivîlan kêm bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin