"Dê HSD wekê hevbeşê hevpeymanan bimîne"

"Dê HSD wekê hevbeşê hevpeymanan bimîne"

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dê weke hevbeşê hevpeymanan bimînin.

A+A-

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, Shon Ryan beşdarî bultena Nîvroj a Rûdaw TV bû û li ser operasyonên li dijî Iraqê û rewşa Iraq û Sûriyeyê û siyaseta hevpeymanan li her du welatan axivî.

Shon Ryan diyar kir ku li Iraq û Sûriyeyê navçeyeke kêm di destê DAIŞê de maye û got: "Çekdarên DAIŞê li nêzîkê newala çemê Firatê, Deşîşe û Hecîn kom bûne, herwiha li bakurê Elbûkemal jî hene û hedefa sereke ya bombebaranên esmanî yên hevpeymanan jî ew navçe ne."

Shon Ryan da zanîn ku niha operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî herî zêde li her du deverên Deşîşe û Hecîn ên li Sûriyê ne.

Ryan got: "Operasyonên me li seranserê Iraq û Sûriyê hene, lê ew qonaxa ku niha operasyon lê birêve diçe, li wan herdu navçeyên Deşîşe û Hecîn ê ne. Hecîn û Deşîşe du cihên serekî ne ku niha operasyonên me li wan deran tên kirin."

Fermandarê amerîkî destnîşan kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser hevkarîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk berdewam dibe û tekez kir ku HSD hevbeşê Hêzên Hevpeyman e û wek hevbeş jî dimîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin