Dayika min a dilovan

Dayika min a dilovan

Perîn M. Esmeroglu

A+A-

Îro tam bû salek ku tu ji min dûr ketîyî, lê tu zanî dayê tam 29 salan ez li welatê xerîb dûrî te mam.

Dayika min a delal, ez qet wê rojê ji bîr nakim, roja ku tu ji min dûrketî, roja ku me tu wenda kir, ew roj di hinavê min de bû agir û pêt û veguhezî volkanekê.

Belkî min qet têr û tije derd û kulên xwe ji te re negot, her çiqas em ji hev dûr bûn jî, lê hebûna te ji min re her tim wek dermanê derdê min bû, kengî bûya ez ê bigihîştama û min ê derd û kulên xwe, û endîşeyên xwe ji te ra bigota. Tu wek bircek ji bircên kela Diyarbekirê hertim ji min re piştgirek bû, her tim hêvîyek bû!

Nizanim, tê bîra te, roja ku ez hatim ber serê te, ez pir li ber te gerîyam dayê, min pir lavayî kir ku tu çavên xwe vekî!. Tu di xeweke giran de bû. Li gor ku ez dizanim dengê me dihat te, lê dayika min a derdkêş û xembar, me tu nedibihîst!

Dayê, roja ku te em hêlan, roja ku te ji vê dunyayê bar kir, dunya sar bû, lê kela kela dilê min bû,  mîna êtûna agir dikeliya. Ez wê sibehê piçekî dereng hatim nexweşxaneyê, min yekser berê xwe da odeya te, ode vala bû, tu ne li ser ciyê xwe bû dayê can! Mîna dîna min nizanîbû min ê berê xwe bida kuderê! Min pirsî “Kanê diya min? Diya min li ku ye?”. Dengekî got ”Were em te bibin cem malbata te! Xuşk û birayên te li xwarê ne.” Li ber wî nivînê vikî-vala ez li hev geriyam û welê bêdeng û mit û mat rawestiyam.

Êdî min nizanîbû ku ez li ku me! Di wê qerebalixî û zinge zinga nexweşxaneyê de, tu dengek nedihat min, te digot qey korîdor û kuçe û kolanên nexweşxaneyê jî bi min re ketibûn hizn û matemê!  Û bêdengîyek, ez û êşa xwe di nav wê “bêdengîyê” de tik û tenê man. Ez westiyabûm, ji pertav de ketibûm, êşa te ruhê min û barê min girantir kiribû.

Hema ji nişka ve wekî ku ji xewneka nivçemayî şiyar bim; “tu li ku yî dayê, tu birin kuderê?” Dengekî got “diya we li vir e!”

Belê dayê, em hatin ber derîyekî mezin.  Sar bû, pir sar bû dayê, ez diqefilîm.  Û ez welê matmayî, wekî ku li tabloyeke bêreng û bêboyaxa ku bi hêsrên min re tevlîhev bûbin dinêrim. Tabloyeka bêdeng û sêwî, tabloyeka dilşikestî.

Ez dîsa jî li te digeriyam dayê can û dengek “temam tu yê nuha bibînî!” Li ber wî derîyê mezin wekî herkesî ez jî li bendê bûm, li benda çi bûm gelo? Belkî jî li bendê bûm ku tu di wî derîyê mezin re derkevî werî ba me! Û dayê can, ew derîyê mezin vebû û tu li ber min di xeweke giran de bû, xeweke ebedî dayê!.

Nebû dayê can nebû! Te çima li me weha kir?  Bêdeng û hes te xatir jî ji me nexwest. Te xwe ji me veşart, te nexwest em bi êşa te bihesin û xemgîn bin dayê can! Û te berê xwe da riya bêdawî, riya ku vegera wê tuneye!

Dayê can, ez pir bêrîya te dikim! Te gelek tişt bi xwe re birin, te bajarê min, zaroktîya min û te diya min jî bi xwe re bir dayê can. Ez nikarim bibim zaroka dayikeka din dayê can!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum