'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?   

'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?  

.

A+A-

Keça Emîne Gevcan a 67 salî, Hatîce Gevcan, bertek nîşanî binçavkirina dayika xwe da û wiha got: "Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye ku li nezaretxaneyê di bin çavan de ye? Zû dayika min û xwişka min serbest berdin." 

 
Di 11'ê çile de eskeran li Gundê Xelîla yê Navçeya Kerborana Mêrdînê bi ser gelek malan de girt û bi îdeaya “alîkarî daye rêxistinê" 22 kes binçav kiribûn. Ji 22 kesan 17 kes serbest berdan û 5 kes hêj di bin çavan de ne. Welatiya 74 salî Fahriye Ercan, welatiyê 45 salî Mustafa Aslan, welatiyê 59 salî Mehmet Nezir Duman, welatiya 67 salî Emine Gevcan jina 23 salî Rabia Arjin Gevcan Yîgît ku 3 meh in ducanî ye, 4 roj in di bin çavan de nin û dozger binçavkirina wan 4 rojên din dirêj kir. Dozger sedema binçavkirina 5 kesan wekî "Ji bo xebatên têkildarî kesên di bin çavan dê bi saziyên eleqeder re koordine bê avakirin û der barê şikdaran de dê belge û agahî bên komkirin." 
 
Jina 74 salî Fahriye Ercan ku 4 roj in di bin çavan de ye gelek nexweyiyên wê yên kronîk heye. Jina 67 salî Emine Gevcan, îfade da Hekîmtiya Cezayê Sulhê û anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa corona bi mehan e ji mala xwe derneketiye û piştî hatiye binçavkirin xwîn ji pozê wê tê. Keça Emine Gevcan Arjin Gevcan Yigit jî anî ziman ku ava paqij tune û nikarin ji amûrên paqij sûdê bigirin. Yigît, da zanîn ku ji ber şertên xerab fikara ku zaroka wê ji ber wê here heye. Lê ev daxwazên wê yên berdanê ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin redkirin. 
 
Hatîce Gevcan a dayika wê Emine Gevcan û xwişka wê Rabia Arjin Gevcan Yîgît di bin çavan de ne, bertek nîşanî binçavkirinê da û wiha got: "Dayika min pîr  û nexweş e. Ji ber nexweşiyê di bin çavan de pir zor û zahmetiyan dibîne. Em hêj fam nakin ku dayika min ji ber kijan sedeman di bin çavan de ye. Dayika min bi mehan ji ber nexweşiyên xwe nikare ji malê derkeve. Lê niha ew binçav kirine û bi rojan di nezaratxaneyê de digirin. Ji jina pîr û nexweş çi dixwazin. Dayika min a 67 salî çi kiriye ji dewletê? Xwişka min ducanî ye û rojên xwe li nezaretxaneyê derbas dike. Em bi fikar in tiştek bê serê zarokê. Em dixwazin demek berî demekê xwişka min û dayika min serbest bê berdan." 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin