Dayika Mazlûm Kobanî wefat kir  

Dayika Mazlûm Kobanî wefat kir  

.

A+A-

Dayika Fermadarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, Xezne Hec Hisên di encama krîza dil de, koça dawî kir.

Xezne Hec Hisên, dayika Fermadarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî, îro Sêşemê 19ê Çileya 2021an di 87 saliya xwe de, li bajarê Kobanî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Termê  Xezne Hec Hisên, li gundê Helincê bo axê hat spartin.

Xezne Hec Hisên, dayika 3 keç û 5 kuran bû, hevjîna Dr. Xelîl Ebdî bû. Zarokên xwe li ser bîr û baweriyên niştimanperwerî mezin kiribûn û dabûn xwendin.

Mala wê mala siyaseta kurdî bû, mêvanperweriyeke baş ji siyasetmedarên Kurd re kiribû.

Dr. Xelîl Ebdî jî, ji doktorên destpêkê yên Kobanî bû, bi endametiya El Partî dest bi siyasetê kiribû. Van salên dawî bê pere ew xelkê derman dike.

Serokwezîrê Kurdistanê sersaxî ji Mazlûm Kobanî re xwest

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji ber koça Xezne Hec Hisên, dayika Fermadarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî, sersaxî ji malbata wî re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de diyar dike ku ew hevbeşê xema malbata Fermandeyê Giştî yê Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ye.

Mesrûn Barzanî di peyama xwe ya ji  bo Mazlûm Kobanî de dibêje: “Mixabin me nûçeya wefata dayîka we ya rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyanê wê bi biheştê şad bike, aramî û dilnewayiyê bide malbat we ya rêzdar.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin