Daxwaza serbestberdana malbata Akademsîyenê Kurd!

Daxwaza serbestberdana malbata Akademsîyenê Kurd!

Hevjîna Yaşar Abdulselamoglu ya Bûlgar û keça wî tevî hevalê xwe yê Ingilîz Josef li bajarê Aydinê li Tirkiyeyê ji alîyê polis ve hatine desteserkirin.

A+A-

Berdevkê Herekta Azadî, Ayetullah Aşitî, Serokê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T,  Serokê Giştî yê PSK Mesut Tek û Serokê Giçtî yê OSP Sinan Çiftyûrek daxuyînekekê muşterek belav kirine û daxwaza serbest berdana malbata Yaşar Abdulselamoglu ku di 22ê Tirmehê vir ve li bajarê Aydinê yê Tirkiyê hatine desteserkirin, dikin.

Di beyanê de dihê gotin ku; ew OHAL a ku maf û azadîyan bin pê dike şermezar dikin û ew daxwaz dikin ku malbata endamê wan yê Insiyatîfa Serxwebûna referandûma Kurdistanê akademisyen Yaşar Abdulselamoglu û mêvanê wî serbest bên berdan.

Herweha akedemisyenê Kurd ê Bedlisî Yaşar Abdulselamoglu jî beyaneke belavkirîye û gotîye; ku hevjîna wî ya Bûlgar û keça wî tevî hevalê xwe yê Ingilîz Josef di 22ê Tîrmehê de li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê ji alîyê polis ve hatine desteserkirin.

Li gor daxuyanîya akademsîyenê kurd, hevalê keça wî Josefê Ingilîz çûye Kobanî û di cepheya Kurdan de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ şer kirîye û keça wî Mîra jî yeka çalak e û hiqûqa navnetewî dixwîne û herweha jî di sajta Basnews a beşa Ingilîzî de dinivsîne.

Li Tirkiyê ev saleke rewşa OHAl heye û azadîya fikrî bi temamî peyde nabe û medyayay sosyal jî ji alîyê dewletê ve dihê kontrolkirin; girtîgehên wê bi rojnamegeran re dagirtî ne.

Risim: Hevjîna wî tevî keça xwe li gel bav û dîya Yaşar 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin