Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin

Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin

.

A+A-

Di danişîna doza Îpek Er a piştî destdirêjiya Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anîbû, carek din daxwaza girtina Orhan hat redkirin.
 
Çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî Îpek Er kiribû. Er ji ber vê destdirêjiyê dawî li jiyana xwe anîbû. Derbarê Orhan de ji sûcê “êrişa biwesf a zayendî” pêk aniye doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Sêrtê hat lidarxistin. 
 
Ji ber danişînê polîsan derdora Edliya Sêrtê dorpêç kir. Rojnamevanên xwestin danişînê bişopînin û aktîvîstên TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser daxwaza dozgeriya Sêrtê negirtin hundir. 
 
Malbata Îpek Er, şahid Sadûllah Kars, parêzerên baroyên Êlih û Sêrtê, ÎHD’ê û OHD’ê beşdarî danişînê bûn. 
Bersûc Orhan û parêzerê xwe bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Di vê danişînê de jî Orhan heman helwesta xwe ya “mafdar” berdewam kir. 
 
Şahidê bûyerê Sadûllah Kars di danişînê de hat guhdarkirin û qala ku Mûsa Orhan çawa Îpek Er revandiye kir. 
 
‘DIXWAZIM WERE GIRTIN’ 
 
Dayika Îpekê, Hîkmet Kilinç jî destnîşan kir ku ne heqê Mûsa Orhan e ku keça wê binax kiriye û ew jî li derve digere û got: “Çawa bi mehan e ku ez diqehirim, bi vî awayî dixwazim Mûsa Orhan were girtin. Taksîvanê ku bi Mûsa Orhan re hatiye kî be dixwazim ew jî were darizandinê. Ez heqê xwe helal nakim.” 
 
XWESTIN ORHAN WERE GIRTIN
 
Parêzerên malbata Îpek Er diyar kirin ku li gorî şahid îfade da Mûsa Orhan sûc kiriye û xwestin Mûsa Orhan li tavilê were girtin. 
 
Dozger daxwaza parêzeran red kir û xwest kêmasiyên di dosyeyê de were temamkirin. 
 
Parêzerê bersûc jî îdia kir ku miwekîlê wî sûc nekiriye û daxwaza girtina wî were redkirin. 
 
DÊ NE GIRTÎ WERE DARIZANDINÊ 
 
Dadgehê daxwaza parêzerên malbata Îpekê red kir û ji bo guhdariya şahidên din jî danişînê taloqî 1’ê hezîranê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin