Daxwaza Demîrtaş a ji Dadgeha Mafên Mirovan

Daxwaza Demîrtaş a ji Dadgeha Mafên Mirovan

Selahedîn Demîrtaş daxwaz ji dadgeha mafên mirovan ya Ewrupayê dike derbarê doza wî ya di rûniştina 18yê Îlonê de, li dijî hikûmeta Tirkiyeyê biryar bide.

A+A-

Selahedîn Demîrtaş daxwaz ji dadgeha mafên mirovan ya Ewrupayê dike derbarê doza wî, di rûniştina 18yê Îlonê li dijî hikûmeta Tirkiyeyê biryar bide.

Selahedîn Demîrtaş, hevserokê berê yê HDPyê bi rojnameya Bîrguna Tirkiyê re ragehand: Belgeyên pêwîst di destê wan de heye. Ger dadgeha mafên mirovan ya Ewrupayê biryarên xwe yên berê negûherîne, ji bo azadkirina wî dijî hikûmeta Tirkiyê dê biryar bide û ev biryar jî bo sedan siyasetmedarên zîndanîkirî dê bibe mînak.

Demîrtaş di derbarê pirsa bakurê Suriyê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku bi kurdên Suriyê re rasterast pêwendîyê deyne. Demîrtaş herweha bang li CHPyê jî dike û dibêje: Herçend CHP ji bo konferansa xwe ya di derbarê pirsa Surîyê de bang li PYDyê jî neke, lê divê kurd bo wê konferanasê werin vexwendin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin