Daxwaza berdana Demirtaş hate redkirin

Daxwaza berdana Demirtaş hate redkirin

Hat ragihandin ku Dageha Bilind a Tirkiyê (AYM) daxwaza ‘berdana bi tevdîr' a namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş red kiriye.

A+A-

Demek berê 19emîn Dadgeha Cizayê Giran a Enqereyê daxwaza berdana namzedê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê red kiribû. Li ser vê yekê parêzerên Demirtaşî di 29ê Gulanê de bi awayekî şexsî serî li AYMê dabûn û daxwaz kiribûn ku Demirtaş 'bi tevdîr' were berdan.

Dageha Bilind a Tirkiyê (AYM) li daxwaza ‘berdana bi tevdîr' a Demirtaş venêrî û ew daxwaz red kir.

‘EV REWŞA GIRTÎ LI BER MAFÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ BINPÊKIRINEKE GIRAN E'

Demirtaş di daxwaznameya xwe de bal kişandibû ser wê yekê ku ew ji 4ê Cotmeha 2016an ve girtî ye û ev rewşa girtî li ber mafê bijartin û hilbijartinê binpêkirineke giran e û eger ev rewşa wî ya girtî berdewam bike ev rewşa giran dê girantir bibe.

Demirtaş, "Berdewamiya vê rewşa han dê zirarê bide meşrûîyeta hilbijartina serokomariyê."

 

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin