Daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî li ser vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê

Daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî li ser vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

 Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Wayne Marotto îro derbarê gotegotên ku behsa vekişîna beşek ji hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dikin, ji Rûdawê re ragihnad: “Ti hêzên Amerîkayê nevekişiyane û em li ser karê xwe berdewam in.”

Wayne Marotto ji Rûdawê re got, ew nûçeyên ku derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji sê binkeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê belav bûne, “zanyariyên ne rast û propaganda ne, hêzên Amerîkayê û hevpeymanan ji wan sê binkeyên serbazî yên Bakur Rojhilatê Sûriyê nevekişiyane.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê diyar kir, ti guhertinek di armanca hevpeymaniyê de li Rojavayê Kurdistanê (Bakur Rojhilatê Sûriyê) çê nebûye û tekez kir: “Em pabendî armanca têkbirina DAIŞê ne.”

Daxuyaniya Wayne Marotto di demekê de ye, ku pêştir hejmarek medyayan û di nav de kanala Al Alam a Îranî ji zarê çavkaniyekî leşkerî belav kiribûn, ku Amerîka ji binkeyeke leşkerî ya li Dêrezorê û du binkeyên din ên li Hesekê vekişiyane.

Li gor daxuyaniyên fermî yên Pentagonê û rayedarên siyasî û serbazî yên Amerîkayê, niha nêzîkî 900 serbazên Amerîkayê li navçeyên di kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hene.

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, HSDê wek hevbeşkî xwe yê sereke li navçeyê di şerê li dijî terorê û rêxistina DAIŞê de bi nav dikin û piştgiriya darayî û leşkerî didin wê hêzê.

Têkildarî egera vekişîna Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê, Frmandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Ebdî (Kobanî) jî di hevpeyvînekê de ji rojnameya Washington Post a Amerîkî re ragihandiye: “Bandora vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di kontrola HSDê de dê heta hetayê bimîne.”

Wê rojnameya Amerîkî amaje bi wê yekê kiriye, ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê û ketina bilez a hikûmeta Kabulê, wiha kiriye ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hişyariyeke zêde ve rewşê bişopînin û hêviya çarenivîseke cihê bixwazin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin