Daxûyanîya civîna Stockholmê ya Rawenda Kurdên Diyaspora

Daxûyanîya civîna Stockholmê ya Rawenda Kurdên Diyaspora

Swêd 10-02-2018 Rêxistinên sivil yên Kurdên Diaspora li Stockholm civiyan! Ev encamnameya Rawenda Kurdên Diyasporayê ye.

A+A-

Rewenda Kurdên Diyaspora bi beşdariya 14 rêxistinên demokratîk yên Kurd li 8 welatên curbecur 10.2.2018 li paytextê Swêdê li Stockholmê civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, xebatên saziyên sîvîl û demokratîk li Ewrûpayê hat nirxandin, rêbaz û prensîbên xebata koordînasyonê hat nîqaş kirin û bi yek dengî hate pejirandin. Civînê biryar da ku haziriya civîneka berfirehtir di salvegera referandûma dîrokî ya Kurdistana Başûr, 25 îlonê de li Brukselê pêk bîne. Civîna Stockholmê vê daxûyaniyê ji bo raya giştî ya Kurd û Ewrûpiyan belav dike.

Miletê Kurd, yek ji miletên herî kevin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi awayekî azad diyar bike.

Dagîrkerên Kurdistanê, Tirkiye, Îran, Êraq û Suriye li hember mafên rewa yên kurdan siyaseteka nîjadperestî û qirkirinê dimeşînin. Ev siyaseta hovîtî û zordestiyê bi her awayî îflas kiriye û tu carî bi sernakeve.  Divê ew rê li ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê vekin. Çareserî di qebûlkirina mafên miletê Kurd yên neteweyî û demokratîk de ye.

Rewenda Kurdên Diyaspora bi hejmara xwe ya zêdeyî 1,5 milyon kurd di vê qunaxê de hêzeka girîng û karîger e. Rêxistinên demokratîk yên kurdan li hemî welatên Ewrûpayê bi vê zanebûnê biryara xwe didin ku li hember hemî gef û destlêwerdanên herêmî û navneteweyî hêzên xwe yek bikin û di nav xwe de hevahengiyeke rêxistinî pêk bînin. 

·        Rewenda Kurdên Diyaspora êrîşa Dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bi tundî şermezar dike. Dewleta Tirkiyeyê divê dest  ji vê siyaseta dijminane ya li hemberî miletê Kurd berde û êrîşa li ser Efrînê demildest rawestîne û herweha rêz li maf û azadiya kurdên bakur bigre. 

·        Rewenda Kurdên Diyaspora bangî Yekîtiya Netewan, Yekîtiya Ewrûpa, Amerîka, Rûsya û NATOyê  dike, da ku rêz li peymanên navneteweyî bigrin û rê nedin ku mafên 40 milyon kurdan ji aliyê dagîrkeran de bê binpê kirin. 

·        Miletê Kurd li hemberî  DAÎŞ a hov bedelên mezin dan û bi can û warên xwe nirxên mirovatiyê parastin. Li Rojhilata navîn Kurd di warê sekularîzm, rêzgirtin li hemî ol û netewan, pêşxistina demokrasiyê de xwe îspat kir ku ew di pêvajoya çareseriya  pirsgirêkên herêmî de alî û xwedan roleka sereke ne.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora bangî hemû Kurdên cîhanê dike ku bi yekdengî li dijî êrîşên dewletên dagîrker yên li ser Efrînê û Kerkûkê rawestin.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora bangî civata navneteweyî dike ku rêz li biryara îrada Kurdistaniyan ya referandûma Başûrê Kurdistanê bigrin. Li hember zext û gefên hikumeta Êraqê bêdeng nemînin. Êraq divê zûtirîn wext Embargoya li ser herêma Kurdistanê rake û rêz li destûra bingehîn bigre.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora xwedî li hemû destkeftên li kurdan derdikeve û piştgiriya xwe ji îradeya rewa û demokratîk ya gelê me li hemû beşên Kurdistanê beyan dike.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora bi tundî rejîma kevneperest ya Îranê şermezar dike. Bang li hemû rêxistinên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê dike ku li hember zordestiyên rejîma Îranê yekgirtineke neteweyî pêk bînin.

·        Kurdên Diyaspora li Rojavayê Kurdistanê bangî yekrêziya hemû partiyen Kurdan dike da ku îdareyeke hevpar pêk bînin.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora li Bakurê Kurdistanê daxwaza hevkarî û yekgirtina neteweyî û demokratîk dike.

·        Piraniya Federasyonên Komeleyên Kurd li Diyaspora li welatên ciyawaz yên Ewropa û li Sovyeta kevin hatine damezrandin, kar û xebatên xwe li van welatan birêve dibin. Di barê entegrasyon û bi hevre jiyanê pêwîst e hevahengiyek di navbera kurdan bi xwe, kurdan û welatên kurd lê dijîn de hebe. Entegrasyon beşek girîng ya xebatên me yên rojane ye.

·        Ji bo azadkirina êzidiyên êxsîr di destê DAIŞ ê de mayî Rewenda Kurdên Diyaspora bangî hemû rêxistin, dem û dezgehên Kurdistanî û navneteweyî dike ku hewlên xwe ji bo azadkirina wan zêdetir bikin.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora bangî hemû dê û bavên kurd dike, ku li gel zarokên xwe bi kurdî biaxivin û hewl bidin fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bikin û wan bi hesta neteweyî perwerde bikin.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora daxwaz ji hemû part û aliyên nîştimanperwer yên kurdistanî dike alîkar û piştgîr bin ji bo serxistina wan amancên rêzkirî.

·        Rewenda Kurdên Diyaspora ji Hukumeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku ji bo pirsên Kurdên derveyî welat Wezareteka Kurdên Diyasporayê were avakirin.

Rewenda Kurdên Diyaspora rêxistinek sîvîl û civakî ye, bi tu awayî girêdayî tu partiyên siyasî û dezgehên olî û îdeolojî nîne. Rewenda Kurdên Diyaspora li ser prensîbên demokratîk karê xwe dimeşîne.

Fedesyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark, Kurdish EU Society, Rewenda kurdên Norwêj, Federasyona Komeleyên Kurdî li Fînlandê, Hevkar, Civata Kurd li Almanya, Komkar EU, Federasyona Kurd li Rusya, Hevaltî, Y.X.C.D.K, Federasyona Kurdên li Kazakistan, Federasyona Kurdên li Kirgizistan

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin