Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Daxuyanîna SHK û Siyaseta Silêmanîyê!

A+A-

Serokê Herêma Kurdistan, di demek pir xirabte, di qada ênîya şerrê 1050 Km. de ew û pêşmergên xwe tenê man. Du salan li henber tecrîtek siyasî a Silêmanîyê de, di qada şer de derbas kir. Karê xwe qedand. Sînorên Kurdistan bi pêşmergên qahreman re gav bi gav rizgar kir. Hidûdên xwa dênîn û got:

„Her devera ku Pêşmergan rizgar kirîye û di bin ewlekarîya pêşmergan de ye..ew der Kurdistan e!"

Ji %40ê axa Kurdistan ne di bin dolivgerîya kurdistan de bû. İraq dest danîbû ser û li gor Maddê 140 divê referandûm bihata çêkirin, lê İraq rê nedida. Ne tenê ev, İraq bidestxistinên din yên Kurdistan  jî yek bi yek xistibûn bin bandorek neyênî.

Bexda Kurdistan bi qutkirina mûçeyan û nifqê Kurdistan tehdît dikir.

Hêzek bi navê DAİŞ derket holê. Êrîş anî ser hemû herêmên ku ne dibin ewlekarîya Kurdistan de ne. Wek Şingal, deşta Nînowa, Musul, Başîq, heta Kerkûk û derdorên wê..

Artêşa İraq di van herêman de hemû çek û teqemenîyên xwe teslîmî DAİŞ kirin, bê ku fişekekê biteqîn in şikestin û revîyan.

DAİŞ têra xwe çekên giran û pere bidest xist. Bi şikestina artêşa İraq re metirsîyek mezin li herêmê belav bû.

Di destê pêşmergan de çekên giran û modern tunebûn. Bi saya têkilî û dan zû stendinên Serokatîya Kurdistan piştgirîyek balkêş derket holê. USA û hêzên hevpeymanan biryar da ku alîkarîyê bidin.

Lê bi vê re:

a-, Wekî êrîşa terorîstan û şerê Daîş,

b- Daketina nirxa neftê

c- Birîna budçeya Herêma Kurdistanê

d- Rewşa neasayiya li encama mîhvandariya sedan hezar koçberan pêkhatiye re qeyranek aborî destpê kir li Kurdistan.

Siyaseta Silêmanîyê, ev Qeyran jî xist stûyê Barzanî û qeyrana siyasî jî geş kir. Bûn sebebên bê îstîkrarîyek siyasî jî. Lê demê berpirsiyarî dixwest û siyaseta Silêmanîyê bi derew û bêbextîyan nêzî parvekirina berpirsiyarîyê ne dibû..tenê rexne dikir û dibûn sebebên alozîyan.

Ji wê rojê de li ser dirêjahîya 1050 km. Şerr hat meşandin. Kurdistan bi xwîna Pêşmergên Qahreman hat avdan.

Kurdistan pir ewladên xwe yên hêja wenda kirin û cangorî axa pîroz bûn. Bi hezaran seqet û birîndan li dû xwe hişt.

Di dema vî şerrê pîroz de siyasetmedarên Silêmanîyê çi kirin?

Hendek ew îstîkrara siyasî ku hebû,  xwestin ku wê jî hilweşînin. Di qada şer de her zaferek ku cîhan li henber rêz digirt, siyasetmedarên Silêmanîyê hesabê mûçe û bêrîkan dikirin!

Çi digotin „bi serokatîya Barzanî ev tişt nabe, Divê serkevtinên şer, avakirina Mala Kurd û serxwebûna Kurdistan nebe mirweta Barzanî"(!)

Îro gihîşt encamek ku ew siyasetmedarên Silêmanîyê yên qurre, bê rûhê netewî derkevin qadê û alîkarîyê ji qatîlên xwe yên li Bexda bixwazin. Bê ku Kurdistan wek dewletek federal qebûl bikin. Gotin;

„ji bona ku bexda mûçeyan bide me, bila bajar û bajarok raser bi bexda ve têkevin dan û stendinan!"

Ev perçekirina îradeya bidesxistinên Kurd û Kurdistan bi xwe bûn.

Ew siyasetmedarên Silêmanîyê ku bi dehsalan ne bi mejûyekî cûdakar û qurre tevdigerin, Duhok, Barzan, Zaxo, Şêxan û Hevlêr piçûk dibînin; daneketin qada şerr. Barê şerr negirtin ser xwe û nexwestin ku hîn bibin ka ev Barzanî çawa du sale vî şerrî organîze dike?

Dîrok, ji kesên ku ji dîroka xwe dersan negire û ne fêrisê dersgirtinê be, helbet wê her dubare be. Di parsûxwarîya Siyasetmedarên silêmanîyê de ev her heye. Pişta wan li henber tevgera netewî kubik e. Ruhê partîzanî û „sorankî" li pêş e. Ji wan re, ew quretîya wan sebebê wundakirina wan e. Îbrahim Ehmed bi wê quretîya xwe mir.

Her xwestin ku her tişt li gor wan be. Serok li gor wan be. Ziman li gor wan be. Dîrok bi wan destpê bike. Ku ew bixwazin wê çêbibe, eger ew nexwazin dive hilweşe!

Berî bi çend rojan Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî daxunîyek din da. Ev daxuyanîya çaremîn e. Bang dikir û ji bona "çareserkirina pirsgirêkan, girtina mesûlîyetê" dive alîyên siyasî werin cem hev û pirsgirêkan guftûgo bikin.

Di daxuyanîya dawî de "wek ku karê min qedîya, qede bi we keve..ji we ra postê serokatîyê jî, keremkin pirsgirêkên xwe çareser bikin!"

Bi vê re tiştek din jî dibêje:

"Baş dizanim bajarê Silêmanî li bin terora fikrî daye û divê ew terora fikrî ya li ser bajarê Silêmanî bê şikandin."

Roj baş Silêmanîyê!

23.11.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin